Ji bo vegera ava vexwarinê ya Reqayê xebat bi lez didome

Komîteya Xizmetguzarî ya Meclîsa Şaredariya Navendî ya Reqayê bi hemû hêza xwe kar û xebatê dide meşandin da ku xetên avê yên ji ber şer zirar dîtine temîr bike, da ku av careke din bighêje hemû bajar.

Ji bo vegera ava vexwarinê ya Reqayê xebat bi lez didome
Ji bo vegera ava vexwarinê ya Reqayê xebat bi lez didome
Ji bo vegera ava vexwarinê ya Reqayê xebat bi lez didome
Ji bo vegera ava vexwarinê ya Reqayê xebat bi lez didome
7 nîsan, 2018   08:39

HEMED EL-MUSTEFA-RUBE EL-ELÎ/REQA

Ekîpa kar a temîrkirina tureya ava vexwarinê ya bajarê Reqayê ku ji aliyê Şaredariya Reqayê ve hatiye erkdarkirin, ji ber kêmbûna alav û pêwîstiyan di xebatên temîrkirinê de zehmetiyan dikşîne. Lê tevî vê yekê jî xebatên temîrkirinê bi hemû hêza xwe didome.

Xebatên temîrkirinê di hemû taxan de dewam dikin, heta niha piraniya xetên sereke yên di nava bajar de hatine temîrkirin, piştî wê jî li hin cihan xetên çaxî (Yên têne ser ên sereke) jî têne temîrkirin. Ev xebat piştî ku av hate berdan zirar hate dîtin, niha temîrkirin pêk tê.

Piştî ku zirar hate hînbûn, ekîpa temîrkirinê berê xwe da kolana Basil ku xwedî girîngieyke mezin e ji taxê re.

Ekîpa temîrkirinê li ser sê qonaxan xebatên xwe yên temîrkirinê pêk anîn, destpêkê xetên sereke ku firehiya boriyên wê 800 mm heta 300 mm hatin temîrkirin.

Di qonaxa duyemîn jî de jî xetên firehiya boriyên wê 600 mm hatin temîrkirin. Xeta kolana Basil avê dide taxên Cimea El-Reşîd, Kolana Basil, Parka El-Beydai, Çerxeriya El-Idxam, Çerxeriya Basil û Kolana QÎtar. Temîrkirina vê xetê zêdeyî 70 milyon lîreyên Sûriyê derbas kiriye.

Mudîrê Daîreya Avê ya Reqayê Endizyar Casim El-Xelef  derbarê xebatên temîrkirinê wiha got, "Me dest bi qonaxa sêyemîn a temîrkirinê kiriye. Xebat ji navenda agirkujiyê û heta kolana Basil dewam bike. Tevî derfetên me yên kêm me xebatên xwe dewam kir. Rêxistinan di dayîna alîkariyan de xemsar in. Di heman demê de alavên pêwîst pir kêm in û pêwîstiya me bi alavan heye. Ji ber gelek zirar di xetê de heye, bi taybet xeta Siqaye,  Minzgefta Basil û Nexweşxaneya Niştimanî."

El-Xelef di berdewama axaftina xwe de jî wiha got, "Ev xeta ku em niha temîr dikin avê dide taxên Tekene, Qîtar û Idxar. Di nava hefteyekê de wê xebatên temîrkirina vê xetê bi dawî bibe. Em soz didin gelê xwe ku em ê li gorî baweriya wan tevbiger in û wê av bighêje hemû taxên Reqayê."

Mudîrê Daîreya Avê ya Reqayê Endizyar Casim El-Xelef di dawiya axaftina xwe de daxwaza ji  rêxistinên  navdewletî yên mirovî kir ku di zûtirîn dem de alîkariya wan bikin da ku bajar ji jiyanê re were amadekirin.

(dc)

 ANHA