Li Xeza tundî, 5 mirî û bi sedan birîndar

LI herêma Xeza di aloziya di navbera hêzên Israîlê û welatiyan de ku di meşa "Vegera Mezin" ku welatiyên Filistînê pêk tîn de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan û 780 kes birîndar bûne.

Li Xeza tundî, 5 mirî û bi sedan birîndar
6 nîsan, 2018   17:35

XEZA

Nûçegîhanê me ji herêma Xeza diyar kir ku hêzên Israîlê li dijî welatiyên filistînî yên agir bi tekan xistin, hêz bikar anî. Di êrîşa ku li ser dirêjiya xeta noqteyên "Meşa Vegerê" hate lidarxistin pêxistina tekeran bû sedema ku dîtin were girtin, hêzên Israîlê gule li dijî çalavanan bikar anîn. Di encamê de 5 welatiyan ku yek ji wan zarokê 14 saliye jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha li gorî hejmartinan welatiyên ku îro birîndar bûn gihişt 780 kesî. Xebatkarên tenduristî demil dest 408 kes li noqteyên xwe derman kirin. Her wiha 310 kes birin nexweşxaneyên hikûmî. 62 kes jî rakirin nexweşxaneyên taybet.

Nûçegîhanê me da zanîn ku di nava birîndaran de 3 rojnamevan û 2 xebatkarên tenduristiyê jî hene.

(dc)

ANHA