Ji bo şêniyên Efrînê li Şehbayê kampeke din tê vekirin

Ji bo şêniyên Efrînê yên ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên neçar mane warê xwe terik bikin û xwe li kantona Şehbayê girtine, kampek din tê vekirin.

Ji bo şêniyên Efrînê li Şehbayê kampeke din tê vekirin
Ji bo şêniyên Efrînê li Şehbayê kampeke din tê vekirin
6 nîsan, 2018   12:06

ŞEHBA

Sazî û desteyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê bi armanca bicihkirina welatiyên Efrînê yên ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wan xwe li Şehbayê girtine, beriya 10 rojan amadekariyên vekirina kampekê danbûn destpêkirin.

Rêveberiya Xweser ji bo vekirina kampê, li gundê Sosîn ê kantona Şehbayê  6 km2  erd veqetandiye û pilan dike 2 hezar kon deyne da ku du hezar malbatî lê bi cih bike.

Di vê çarçoveyê de Endamê Rêveberiya kampê Hisên Henan got ku wan zemîna kampê sererast kirine û kenalîzasiyon amade kirine.

Henan destnîşan kir ku wê di meha pêş de amadekariyên kampê bidawî bibe û bang li rêxistinên navdewletî kir ku alîkariya gelê Efrînê bikin.

Hêjaye bi bîr xistin ku beriya çend rojan jî Şaredariya Gel a kantona Efrînê bi hevkariya Rêvebriya Xweser a Demokratîk a kantona Efrînê kampa Berxwedan li navçeya Fafîn a girêdayî kantona Şehbayê vekirin.

(bx)

ANHA