Du mayîn hatin bêbandorkirin û terorîstek hate girtin

Tîmên Endiziyar ên Rakirina mayînan ên girêdayî QSD`ê du mayînên ku di erebeyên girêdayî QSD`ê de hatibûn bi cih kirin, bê bandor kirin. Her wiha Hêzên Ewlehiya Hundirîn terorîstekî girêdayî gurupa ku mayîn di herdû erebeyan de bi cîh kiribûn, girtin.

Du mayîn hatin bêbandorkirin û terorîstek hate girtin
6 nîsan, 2018   11:23

KOBANÊ

Gurupeke terorîstan du mayîn di du erebeyên girêdayî QSD`ê de li ser riya di navbera navçeya Eyn Îsa û bajaroka Çelebiya yên herêma Firatê de bi cîh kiribûn. Hêzên Ewlehiya Hundrîn û bi hevkariya Tîmên Endiziyar ên Rakirina Mayînan ên girêdayî QSD`ê herdû mayînê bê bandor kirin.

Li gorî çavkaniyên leşkerî ji ajansa me re diyar kirin ku herdû mayîn ji madayên ku li Tirkiyê têne çêkirin, hatine çêkirin.

Hêzên Ewlehiya Hundrîn derbarî bûyerê de yekser dest bi lêpirsînê kir. Piştî lêgerînê yek ji endamên gurupa terorîst ên ku mayîn di herdû erebeyan de bi cih kiribûn hate girtin û heta niha jî lêpirsîn derbarî gurupê de didome.

(bx)

ANHA