Artêşa Tirk sê zarokên Kobanê qetil kirin-HATE NÛKIRIN  

Li gundên rojavayî bajarê mayîna ku artêşa Tirk a dagirker li nêzî sînor çandibû teqiya. Di encamê de sê zarok mirin û zarokekî din jî birîndar bû.

Artêşa Tirk sê zarokên Kobanê qetil kirin-HATE NÛKIRIN  
6 nîsan, 2018   08:03

KOBANÊ

Li gorî çavkaniyên ji YPG`ê raghandine, îro di saetên sibê de li derdora Girê Şehîd Hogir ê di navbera gundê Aşmê û Çariqlê yên rojavayî bajarê Kobanê de, mayîna ku artêşa Tirk a dagirker çandibû teqiya.

Di encamê de, sê zarok mirin. Navên du zarokên ku mirine wiha ne: Şêx Îsmail (9) û Îbram Elo. Lê nasnameya zarokê sêyemîn ê mirî nehate zelalkirin.

Herwiha di encama teqîna mayînê de, zarokê bi navê Basil Şêx ê 14 salî bi giranî birîndar bû û niha li Nexweşxaneya Emel a Kobanê tê dermankirin. Li gorî bijîşkan rewşa wî ne baş e.

Her çar zarok ku ji gundê Çariqlê ne, dema ku pez diçêrandin mayîn bi wan de teqiya.

Girê Şehîd Hogir li ber sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ye.

(kc)

ANHA