Rojeva rojnameyên Erebî..

Rojnameyên Erebî yên vê sibehê giranî dane; derxistina çekdar û malbatên wan û sivîlan ji Dûma ber bi gundewarê bakurê rojhilatê Helebê, lihevkirina di navbera hêzên Iraqê û Pêşmergeyan derbarê bicihkirina hêzên Pêşmerge li Kerkûkê, her wiha aloziya di navbera Israîl û Filistînê.

Rojeva rojnameyên Erebî..
6 nîsan, 2018   08:40

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî diyar kirin ku di navbera çeteyên Ceyş El-Islam ji aliyekî ve û hêzên rêjîma Sûriyê û Rûsya ji aliyê din ve nakokî derketin û destnîşan kirin ku nakokiyên herdu aliyan derxistina beşa çaremîn ji çekdar û sivîlan ji Dûma ber bi gundewarê bakurê rojhilatê Helebê ve asteng kir. Rojnameyan her wiha bal kişandin ku bi îtîfaqa di navbera Hêzên Iraqê û Pêşmerge de, dê Pêşmerge li Kerkûkê werin bicihkirin.

Nakokiyên nû li pêşiya derxistina beşa çaremîn ji Dûmayê dibe asteng

Rojnameyên Erebî bal kişand ser derxistina sivîl, çete û malbatên wan di vê derbarê de Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "Derxistina sivîl, çekdar û malbatên wan ji Dûmayê asteng dibe, rêjîm jî daxwaza ((Çareserkirinê)) ji bo Şamê dike". Di nûçeyê de wiha hate gotin "Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê diyar kir ku xebatên derxistina beşa çaremîn sivîl, çekdar û malbatên wan ji Dûma ya rojhilatê Şamê ber bi gundewarê bakurê rojhilatê Helebê ji ber nakokiyên ku danûstanên derketine, hate rawestandin. Di mijarên li ser Dûma, rojhilatê Qeleûm, gundewarê bakurê Şamê û başûrê Şamê de danûstandin di navbera Ceyş El-Islam ji aliyekî ve û rêjîma Sûriyê û Rûsya ji aliyekî din ve didome.

Ti kes destekê nade Trump ku hêzên Amerîka ji Sûriyê vekişîne

Derbarê biryara Trump ku hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeyek bi sernavê "» Dersa Iraqê « Amerîka 6 mehan li Sûriyê bimîne" weşand, derbarê heman mijarê jî, Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê "General: Siyaseta Amerîka  li Sûriya ya li hemberî » DAIŞ« nayê guhertin, avêt. Rojnameya El-Ereb El-Lundunya jî bi sernavê "Vekişandina ji Sûriyê têkiliyên Trump bi Amerîkayê xirab dike"

Her wiha rojnameya El-Heyat jî nûçeyek bi sernavê "Ajansa Associated Press" diyar kir ku ti kes destek nade biryara Trump ku hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişe". Di rojnameyê de wiha hate gotin "Ajansê destnîşan kir ku rayedarên Pentagon, Wezareta Karê Derve û Istîxbarata navendî ‘‘ji valahiya di desthilatdariya Sûriyê ditirsin ku dema leşkerên Amerîkî vekişin. Hin şîrovekarên li Washington dibêjin ku heger Amerîka gaveke wisa bavêje dê, şerê li Sûriya veguhere kirîzeke ku rêjîma Sûriya, Rûsiya û Îran tê de serkeftina xwe ragihanin."

Bi lihevkirina bi Bexdayê re, Hêzên Pêşmerga li Kerkûk werin bicihkirin

Girêdayî rewşa Iraqê û îtîfaqa bicihkirina hêzên Pêşmerge li Kerkûkê, Rojnameya El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê "Kerkûk: Agahiyên cuda derbarê vegera »Pêşmere« … »Heşid« Mesûd Berzanî bi tevlihvkirina rewşê tewambar dike" weşand. Di nûçeyê de tê gotin "Rayedarekî payebilind ji Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) duh pêncşemê diyar kir ku komeke ji Pêşmergeyên Kurd bi îtîfaqek bi Bexdayê re, li parêzgeha Kerkûkê bi cih bûne û destnîşan kirin ku ew endamên wê komê hatine pejirandin ku piraniya nêzî Partiya Niştimanî ya Kurdistanê ne"

Rojnameya Ereb El-Lunduniyê têkildarî hilbijartinên Iraqê, nûçeyek bi sernavê "Îran ji bo hilbijartinên serokê hikûmeta Iraqê El-Amirî derdixîne pêş" weşand. Di nûçeyê de wiha tê gotin, "Bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re, navê serokê milîşeya Bedir a Şîayê Hadî El-Amirî ku taybetmendiyên Îranê di nav xwe de digire, derdikeve pêş. Cîgirê Parlementoya Iraqê û bernamzetê hilbijartinên dema pêş Mişan El-Cibûrî got, bi rastî El-Ebadî di şerê li dijî rêxistina DAIŞ‘ de serkeftin qezenc kir, lê hêjaya ku di ezmûnên mayî de sifir bigire."

Pêşveçûnên li Yemenê

Ji rojnameyên behsa rewşa Yemenê, El-Qudis El-Erebî nûçeyek bi sernavê" Koalîsyona Erebî qewetek mezin ber bi bargeha Hûsiyan ve dişîne" da û got, "Koalîsyona Erebî ya ku Erebistana Siûdî li Yemenê serkêşiya wê dike, di du rojên dawî de, qewetek leşkerî ku ji şervanên Siûdî û Sûdanî pêk tê, şand parêzgeha Seda ku bargeha Hûsiyan li bakurê bajarê xizane ye. Berpirsên leşkerî diyar kirin ku Hêzên Artêşa Niştimanî di hefteyên derbasbûyî de, serkeftinên ber bi çav li dijî Hûsiyan bi dest xistin û bi destekek esmanî li 4 mûdîriyetan pêş ketin."

Aloziya Israîl û Filistîn didome

Rojnameyan her wiha giranî dane nakokiyên di navbera Filistîn û Israîl de, bi taybet derbarê destdirêjiya Hêzên Israîl li dijî xwepêşandarên "Meşa Vegerê". Li ser vê yekê Rojnameya El-Heyat nûçeyek bi sernavê " Meşa Vegerê li Xezayê Israîl seferber dike û Lîberman gefan dixwe" weşand. Di nûçeyê de tê gotin, di gel rewşa aloz li bajarokên Israîl yên nêzî Xeza ku xwepêşandanên Filistînê li wir têne lidarxisitn, Wezîrê Parastinê yê Israîl Avigdor Lieberman gefxwar ku artêşa Israîl dê heman rêbazê ku roja înê bi kar anî bûn,  dewam bike da ku nehêle Filistînî nêzî sînor bibe."

(bb)