Ji bo hewayek paqij û jiyanek tenduristî daran diçînin

Komîteya Ekolojî ya herêma Cizîrê li hemberî polîtîkaya rejîmê ku bi salan çandina daran qedexe kiribû, dê îsal 25 hezar dar biçîne. Komîteyên bang li gel kir ji bo hewayek paqij û jiyanek tenduristî ji bo çandin û xwedîdeketina daran bibin alîkarê hev.

Ji bo hewayek paqij û jiyanek tenduristî daran diçînin
6 nîsan, 2018   07:48

BÊRÎTAN MEDÛSA/QAMIŞLO

Li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê bi salan ji aliyê polîtîkayên rejîmê yên ji bo lewazkirina ekolojiyê berdewam kirin. Yek ji van polîtikayan jî astengkirina çandina daran bû. Nebûna daran li herêma Cizîrê dibe sedemê qirêjbûna hewayê, kêmbûna avê, bêsazumanî barîna baranê û ev  jî bandor li çandiniyê dike. Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava, di 2014’an de Komîteya Ekolojî ya Herêma Cizîrê hat avakirin, vê komîteyê di 2015’an de dest bi karên darçandin, parastina daristanan, parastina cihên avê û avakirin û parastina baxçeyan kirin.

Bi destpêkirina xebatan re di 2015’an de hezar û 500 darên gûz, zeytûn, hinar, mişmiş û behîv li herêmê hatin çandin. Di 2016’an de li Hesekê û Tirbespiyê 2 baxçe hatin çêkirin û çandin. Di 2017’an de Baxçeyê Giştî li Qamişlo hat çêkirin, baxê şitlan hat çêkirin û heman demê de cihekê yê amedekirina gubreya xwezayî hat vekirin.

Dê îsal 25 hezar dar bên çandin

Îsal jî plana çandina 25 hezar dar hatiye danîn. Heta niha 5 hezar dar li Tirbespiyê, hezar û 500 li Abrî, li Qamişlo û Amûdê 3 hezar dar hatine çandin û 2 baxçe hatine çêkirin. Bi alîkariya Rêxistina Şar dê li Dirbasiyê, Girgê Legê û Çelaxa 7 hezar dar bên çandin. Dê li baxçe û cihên vala yên bajaran jî dar bên çandin.

Li dijî bermayên polîtîkayên lewazkirina ekolojiyê têdikoşin

Endamê Komîteya Ekolojiyê ya Herêma Cizîrê Enad Hikmet Elî li ser rewşa xebat û armanca wan axivî. Elî bal kişand ser hewaya qirêj a li bajar û ev tişt got,“Ji ber motorên ceyran û wesayîtan hewa pir qirêj dibe, heman deme de ji ber rewşa ekoloji, baran û faydeya civakê em daran diçînin.ʺ

Elî anî ziman ku rejîmê ji ber nexweşbûna cihê kurdan, pêşneketina çandinî û lewazkirina ekonomiyê nedihêla gel daran biçîne û wiha pêde çû,“Li gel zordarî dikir û qedexe bû. Em jî li hemberî vê polîtîkayê bajarê xwe û hewaya xwe xweş dikin.”

‘Divê em çanda çandiniyê ava bikin’

Elî bang li gelê herêma Cizîrê kir û wiha gotinên xwe wiha bi dawî anî,ʺHerêma me ava wê kêm e, baran jî kêm tê. Divê gelê me alîkarî bidin ku darên nêzîkî xwe av bidin. Zarokên xwe perwerde bikin, ji bo zirarê nedin daran. Divê em çandina daran ji xwe re bikin çandek. Ji bo hewayek paqij û bajarên  xweş divê em hemû ked bidin.”

(kc)

ANHA