Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan

Kêm in ên ji bo şopandina xeta şehîdan û pêkanîna kar û xebatên wan têne dîtin. Egîd Sadiq yek ji wan ciwanên ku ji destpêka ku di roja Newrozê de hat dinê û heta di şerê hebûn û tuna gelê kurd de şehîd bû tekoşîna xwe dewam kir.

Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
Egîd Sadiq.. Şopdarê riya şehîdan
6 nîsan, 2018   05:10

ŞÎNDA EKREM

QAMIŞLO

Di 28 şoreşên kurdan de û ji kevin de malbat û kesayetên Kurd bê teredud kar û xebat dan meşandin da ku şoreşê biser bikeve. Her şoreşek jî teybetmendiyên xwe ku wê ji yên din cûda dikir, hebû.

Şoreşa Kurdî ku bi serkêşiya Tevgera Azadiyê de pêk hatiye û hîn di 40 saliya xwe de bi hemû hêza xwe dewam dikir, yek ji şoreşên ku pir bandor li Rojava kiriye. Parçeyê herî biçûk ku finda welat bi destê şervanên xwe rakiriye.

Di vê şoreşê de jî rola malbatan gelekî li pêş bû, malbatên ku her û her li benda tama azadiyê bûn. ji van malbatan malbata Şehîd Sadiq e.

Egîd ku endamekî vê malbatê ye, di 21'ê Adara sala 1997'an de hate dinê, di nava malbata welatparêz de hate dinê û ji wan fêrî rihê berxwedan û tekoşînê bû. Rojbûna Egîd di rojeke pîroz, di roja sersala gelê kurd de û hemû kurd Newrozê pîroz dikin hatin dinê.

Bavê Şehîd Egîd Sadih derbarê navlêkirina kurê xwe de got ku dema Egîd hate dinê wî navê Fermandar Mahsûm Korqmaz (Egîd) lê kir. Navê wî fermdarê ku tekoşîna çekdar li dijî dewleta Tirk a dagirker da destpêkirin.

Tekoşer Egîd xwendina xwe ya seretayî li dibistanên Qamişlo xwend. Bi serhişkiriya xwe û tevgera zêde dihate naskirin. Di temenê 14 saliyê de tevlî Tevgera Ciwanên Şoreşger bû, di heman demê de di serjêkirina sewalan de alîkariya bavê xwe dikir.

Xwîşka Egîd ku bi deh salan jê mezintir e Edîbe derbarê kesyaeta wî de wiha got,"Min Egîd pir delalî dikir. Tevgera wî zêde bû, zû aciz dibû. Mêrxas bû, qebûl nedikir tu kes ziyanê bighînê me. Her dem Hevalên tevgera azadiyê serdana malbata me dikirin. Di wan deman de Egîd kêliyekê jî dest ji malê bernedida û bi wan re dima. Di xebatên paqijiyê de û hemû xebatên din de jî li malê alîkariya me dikir."

Egîd ji ber rewşa malbatê ya aborî û xizaniyê qebûl nekir xwendina xwe bidomîne, ji ber wê dest ji dibistanê berda û dest bi kar kir. Di xebatên avakirina xaniyan û betonê de kar kir. Di heman demê de cihê xwe di xebatên Tevgera Ciwanan de jî girt. Demekê bi Mamê xwe Beşîr Sadiq re kar kir.

Mamê wî Beşîr Sadiq derbarê kesayeta Egîd ev tişt anî ziman, "Egîd bi min re kar dikir, piştî saetên nîvro dev ji min berdida. Digot karekî din li ba min heye. Min demekê jê berda. Rojekê min jê pirs kir tu bi ku ve diçe, saetên piştî nîvor. Got ku ew diçe gel kadroyên Tevgera Azadiyê. Bi awayekî veşartî bi wan re perwedeyê dibîne. Da ku artêşekê ji bo parastina welat ava bikin."

Pêngava Şoreşa 19'ê Tîrmehê

Piştî demeke ji xebat û karên rêxistinî Egîd bi komek hevalên xwe re di rizgarkirina herêmê de cih girtin. Bi taybet piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê û rizgarkirina Kobanê. Piştî gelek cih ji rêjîma Baas hate rizgarkirin, dewleta Tirk a dagirker dest bi pîlanên xwe yên ji bo dagirkirina Bakurê Sûriyê kir. Tirkiyê piştgiriya komên çete yên Cebehet El-Nusra kir û wan derbasî herêmê kir. YPG'ê jî ji bo parastina herêmê hate avakirin. Egîd ji pêşengên ku wê demê di nava YPG'ê de cih girtin de bû.

Egîd Sadiq dema tevlî YPG'ê dibe navê Mazlûm Sadiq li xwe dike û wekî yek ji damezirînerên YPG'ê tekoşînîn da meşandin.

Bavê Şehîd Egîd, Salih Sadiq derbarê telvîbûna kurê xwe ya di nava şoreşê de wiha axivî, "Me dizanî ku Egîd di nava Tevgera Ciwanan de kar û xebat dida meşandin. Di destpêkê de agahiyên wî ji malê qut bûn. piştî 15 rojan de me ji hevlên wî bihîst ku Egîd tevlî YPG'ê bûye. Piştî 2 rojan me wî li xaleke parastinê dît, min jê pirs kir, tu li kuderê yî?, em nema agahiyên te dibhîzin. Ji min re got 'Bavo te navê min kir Egîd, divê ez layîqî vî navî bim. Min jê re got here kurê min xwedê riya te hêsan û ronî bike."

Egîd di gelek eniyên berxwedanê de bi gelek hevalên xwe re tekoşîn da meşandin. Rojekê jî gav paş de neavêt û bi hemû hêza xwe tekoşîna xwe da meşandin. Di nava hevalên xwe de ew ne diçû serdana malbatê û digot ku parastina welat giringtir e. Şevekê dema ku çeteyên Cehhet El-Nusra fermî şer li dijî gelê kurd da destpêkirin, çeteyan êrîşî Siwêdiya Ereb kir, ev yekem şer ku di navbera YPG û Cebhet El-Nesra de fermî destpê dike.

Hevalê Egîd Zagros kêliyên beriya Egîd şehîd bibe vegot û ev tişt anî ziman, "Min cebilxane ji şervanan re dibir û paşê vedigeriyam. Ez li gel Şehîd Egîd axivîm, ji min re got ez hîs dikim, ev dîtina me ya dawî ye. Min jê pirs kir, çima tu wiha dibêje, got ez wiha hîs dikim."

Di wî şerî de Egîd û 5 hevalên xwe şehîd bûn, di 19'ê Tîrmeha sala 2013'an de bû, roja salvegera yekem a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bû.

Malbata Şehîd Egîd Sadiq (Mazlûm Dîrok) dibêje ku wan ji destpêkê soz daya Şehîd Egîd ku wê li ser xet û felsefeya Rêbertî û şehîdan tekoşîna xwe bidomîn in û tekez kirin ku ew soza xwe careke din dubare dikin."

(dc)

ANHA