Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe

Di 4 salên derbasbûyî de şêniyên Reqayê gelek zulim û zordarî ji destê çeteyên DAIŞ'ê jiyan kirin. Çeteyên DAIŞ'ê çanda xwezayî ya civakê bi nerîn û fikirên xwe yên tundrew dagir kirin. Bi navê ola Islamê çanda kuştin û talanê di nava wan de belav dikin. Lê îro gelê Reqayê piştî rizgar bûne, hêdî hêdî jiyana xwe ya asayî vedigerînin.

Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
Li bajarê Reqayê ronahî careke din beriz dibe
6 nîsan, 2018   05:45

HEMED MUSTEFA / REQA

Şervanên QSD'ê di 17'ê cotmeha 2017'an de Reqa bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin. Piştî rizgarkirina Reqa xebatên paqijkirina mayînan hate destpêkirin, her wiha bend û bermahiyên çeteyên DAIŞ'ê ji nava bajar hatin rakirin. Rê hate dayîn ku welatî vegerin warê xwe.

Welatiyên Reqayê vê carê bermehiyên çeteyan ji nava bajarê xwe radikin û dixwazin rewş û bedewiya bajarê xwe careke din vegerînin.

Welatî herêmên xwe ji bermahiyên çeteyan û wêraniya şer paqij dikin, avahiyên xwe temîr dikin û kuninên ku çeteyên DAIŞ' di nava dikan û malan de vekirin, digirin.

Welatiyên ku vegeriyan warê xwe, bi kêfxweşî xebatên temîrkirinê pêk tînin û bermahiyên çeteyan radikin. Beriya niha şêniyên Reqayê tenê reşahî û wêrankariya çeteyan didîtin.

Dema em li nava bajarê Reqayê geriyan, tevgera welatiyên ku malên xwe temîr dikin, alav û pêwîstiyên xwe pêk tanîn diyar bû.

Hin darên li parkên malên xwe û gulên wê av didan, hinan din jî deriyên dikanên xwe temîr dikirin. Bi vê yekê welatiyên Reqayê rûpelek nû ya jiyanê didan destpêkirin.

Welatî beş bi beş vedigerin warê xwe, welatiyên ku ji ber kiryarên çeteyan û dijwariya şer neçarî koçberiyê bûn, êdî bi kêfxweşî vedigerin jiyana xwe ya asayî. Welatî bi heval û xizmên xwe re  bi kêfxweşî jiyan dikin.

Zarok jî êdî li lîstokên xwe yên di nava kolanên taxan de vegeriyan. Bîranên xwe careke din vedigerînin. Hinan li ber deriyên malên xwe zebze rakirine. Me zarokek biçûk ku li ber deriyê mala xwe sekinî bû, bi rûkenî li rêwiyan temaşe dikir.

Dayîk di destê xwe de galonek biçûk anîne û avê ji sîtêrên ku Melcîsa Sivîl a Reqayê ji wan re peyda kiriye dagidigirin. Li bendê ne ku xetên tureya ava vexwarinê were temîrkirin.

Jin bi hejmarek mezin li kolanan e, cilên filklorî yê Reqayê li xwe kirine, li kêleka wan jî zarokên wan dimeşin, bi vegera bajarê xwe kêfxweş in.

Li piyarê hin kesên beste danîne, hin çixareyan û hin sotemenî difroşin, di saetên êvarê de vedigerin malên xwe.

Di dema gera me de me gelek tiştên ku bala mirov dikşîne dît. Welatiyê 55 salî mamê Mihsin alava xwe ji sîtêra avê dadigirt û gotina Hemid ji xwed re dûbare dikir û ev tişt naî ziman: "Hemid ji xweda re piştî ez vegeriyam mala xwe, ez dikarim li ber deriyê xwe rawestim û ez rehetim, ji çeteyên DAIŞ'ê yên Hisbê nema ditirsim."

Rewşa hewayî gerim bû, rê tijî tirmpêl bûn. Deng di kolanan de pir qelebalix bû. Tevgera sûka bajar tijî bû, welatî diçûn û dihatin, xwaringeh hatibûn vekirin û xwarinên gelerî dihatin firotin."

Dema em di kolanê de dimeşiyan, karkerê di xwaringehê de kar dike gazî me kir û got wêneyekî bikşîne, wêneyekî bikşîne, xwediyê xwaringehê jî wiha got: "Ez kêfxweş im, ez vegeriyam xwaringeha xwe. Wêneyekî ji me re, bikşîne, bela em di telefizyonan de diyar bibin." Welatiyekî ku sendewîşek dikirî wiha got: "Hemid ji xweda re, îro jiyana li Reqayê asayî dibe, em nema ji tu kesî ditirs in."

Dema me gera xwe dewam dikir, kesê binavê Xalid El-Ehmed rastî me hat, ew yek berber bû ku piştî 4 salan li Reqayê dikana xwe vedike. Ehmed ji me re wiha got: "Îro ez vegeriyam ser karê xwe. Ez wekî ji nû ve jidayîk bû me. Dema DAIŞ vir dagirkirin, vekirina dikanên berberiyê qedexe kiribûn."

Li taxa Meşleb careke din jiyan asayî dibû, welatî di sûkê de diçin û tên.

(dc)

ANHA