Komîteya Kedkaran navenda xwe li Erîşa vekir

Komîteya Kedkaran a kantona Hesekê navendeke xwe li navçeya Erîşa ya navçeya Şedadê ya bi merasîmekê vekir.

Komîteya Kedkaran navenda xwe li Erîşa vekir
5 nîsan, 2018   18:56

HESEKE

Merasîm bi beşdarbûna dehan şêniyên naveçeyê, rêveberên saziyan û endamên TEV-DEM'ê bi rêzgirtinê destpê kir.

Paşê Hevserokê Yekîtiya Kedkaran a herêma Cizîrê Evîn Paşo axivî û wiha got: "Kedkar bingeha pêşxistina civakê ne, ew dikarin asta jiyana welatiyên herêmê pêş bixin."

Hevseroka Meclîsa Navçeya Erîşa Hemûd El-Elî jî di merasîmê de axivî û wiha got: "Kedar ew in ên welata ava dikin û pêş dixin. Bi daya tekoşîna wan wê civak pêş bikeve."

Piştî axaftinan 15 kedkarên navçeyê wekî rêveberên navenda kedkaran a navçeya Erşîqa ya Şedadê hatin hilbijartin.

(dc)

ANHA