Hesen Koçer: Divê gelê Sûriyê li dijî dagirkeran li ber xwe bide

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li dibistan Muhdise ya navçeya Kefer naya ya katnona Şehbayê ji şêniyên Efrîn û Şehbayê re civînek lidar xist. Di civînê de geşedanên dawî yên li ser asta Sûriyê tevahî û Efrînê hate nirxandin.

Hesen Koçer: Divê gelê Sûriyê li dijî dagirkeran li ber xwe bide
5 nîsan, 2018   18:55

ŞEHBA

Civîn bi beşdarbûna sedan welatiyên Efrîn û Şehbayê bi rêzigtinê destpê kir. Paşê Endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê Hesen Koçer axivî û wiha got: "Şoreşa gel a Sûriyê ku di destpêka xwe hate destpêkirin, di encama destwerdana hêzên derve û di serî de dewleta Tirk hate berûvajîkirin. Şoreş berûvajî kirin, dixwaizn Sûriyê parçe bikin û ne çareseriya aştiyane pêk bîn in, dagirkeriya Efrînê û herêmên din ên Bakurê Sûriyê jî nîşana herî ber bi çava a van pîlaanên Tirkiyê ye."

Koçer di berdewama axaftina xwe de jî dîroka dewleta Tirk a pêkanîna komkujiyan bibîr xist û wiha dom kir: "Dîroka wan tijî komkujî ne. li dijî gelê herêmê gelek komkujî pêk anîn. Komkujiya ermaniyan yek ji wan komkujiyên wan e. Dagirkeriya wan ji Efrînê re jî, li ber çavan e, demgorafiya herêmê didin guhertin. Îdaya dikin ku ew şerê terorê dikin, lê bela hemû cîhan baş bizane ku dewleta Tirk navenda terorê ye. Hemû cîhan jî dizane kê teror li Sûriyê têk biriye."

Koçer di berdewama axaftina xwe de jî bena li gelê Sûriyê kir ku hevgirtina xwe pêş bixin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê liber xwe bidin û wiha dom kir: "Dewleta Tirk welatiyan bi dare zorê didin koçberkirin, komkujiyan pêk tîn in."

Koçber her wiha da zanîn ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe piştgiriya çeteyên Nusra û DAIŞ 'ê kir û wiha dom kir: "Nihe jî heman çete di Efrînê de ne. heger dixwaze rola xwe di Sûriyê de pêk bîne, bela rola xwe di derxistina çeteyan û dagirkeriya Tirk ji Efrînê de bilîze. Heger rewşa Sûriyê wiha ma, wê demê parçebûna Sûriyê bê guman wê pêk were."

Endamê Rêveber ê a TEV-DEM'ê Hesen Koçer di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû gelê Sûriyê kir li dijî projeya parçekirinê û hêzên dagirker yekîtiya xwe xurt bikin.

(dc)

ANHA