Li Minbicê mayînek hat bêbandorkirin

Tîmên Taybet ên Rakirina Mayînan ên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mayîneke ku çeteyê DAIŞ`ê çandibûn bêbandor kirin.

Li Minbicê mayînek hat bêbandorkirin
5 nîsan, 2018   13:10

MINBIC

Piştî ku Tîmên Taybet ên Rakirina Mayînan ên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê mayînek ku ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve li kêleka riya ku ji bajarokê Ebû Qilqil  tê bajarê Minbicê hatibû çandin dîtin, yekser mudxale kirin û mayîn bêbandor kirin.

Hêjayî bi bîxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê di şerê xwe de giraniyeke mezin didin çandina mayînan. Di dema dagirkeriya Minbicê de bi hezaran mayîn li Minbic û gundewarên wê çandine. Lê tîmên taybet ji bo rakirin û bêbandorkirina wan mayînan û parastina sivîlan bê navber kar dikin.

(ekip/kc)

ANHA