23 perlamenterên Siwêsirî daxwaza qedexe firotina çekan ji bo Tirkiyê kirin

Di çarçoveya helwestên navdewletî li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Efrînê 23 perlamenterên Siwêsira ji hikûmeta Siwêsira re pêşniyar kirin ku êdî firotina çekan ji Tirkêyê re rawestîne û gotin ku Tirkiyê zagonên navdewletî bin pê dike.

23 perlamenterên Siwêsirî daxwaza qedexe firotina çekan ji bo Tirkiyê kirin
5 nîsan, 2018   12:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê herêma Efrînê dagir kirin, êdî helwestên navdewletî li hember vê dagirkeriyê zêde dibin. Di vê çarçoveyê de Endamê perlementoya Siwêsirî yê Partiya PBD Gohil Bîrnhard ji Perlemantoya Yekîtiya Siwêsirî re pêşniyar kir ku êdî firotina çakan ji Tirkiyê re bisekinîne.

Pêşniyar ji aliyê Gohil Bîrnhard ve hate amadekirin. 22 perlamenterên partiyên çep û rast li ser pêşniyarê îmze kirin. perlemanteran di pêşniyara xwe de gotin ku dewleta Tirk a dagirker bi derbasbûna Efrînê hemû zagonên navdewletî bin pê dike. Her wiha di êrîşên xwe de sivîlan hedef digre û gelê Efrînê dikuje.

 (bx)