Ji NAV-DEM`ê daxuyanî : Em biçine komeleya xwe ya Hannoverê

NAV-DEM'ê ji ber ku bi ser komeleya wan a Hannoverê de girtin helwest nîşan da û bang li gel kir ku biçine kolana ku komele lê ye.

Ji NAV-DEM`ê daxuyanî : Em biçine komeleya xwe ya Hannoverê
5 nîsan, 2018   11:03

NAVENDA NÛÇEYAN

NAV-DEM'ê ji ber ku polîsan bi ser Navenda Civaka Kurd a Hannoverê de girt daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku îro bi tevlêbûna 50 polîsî bi ser komeleya NAV-DEM'ê de ya Hannoverê de girtine û hê jî lêgerîn dewam dikin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ev serdegirtin nîşan dide ku dewleta Tirk û lobiya Tirk li Hannoverê ketiye nava polîsan. Heta niha gelek caran kirinên gavên dij zagonî li dijî komeleya me ya Hannoverê avêtine. Ti sedema zagonî ya vê operasyonê tine."

NAV-DEM'ê bang li gel kir û got, "Em bang li gelê xwe dikin, ji bo ku xwedî li komeleya xwe derkevin biçine adresa Konigswortherstr. 2."  Hate diyarkirin ku di demeke kurt de wê bi komeleyên dost û koçberan daxuyaniyek çapemeniyê ya hevpar bidin.