Hêzên Îsraîlê du Filistînî kuştin û hejmarek din birîndar kirin

Îro, di saetên sibehê de, hêzên Îsraîl taxa  El-Zeytûn a rojhilatî bajarê Xezayê topbaran kirin, di encamê de du ciwanên Filistînî jiyana xwe ji dest dan, her wiha 3 nêçîrvanên masiyan li orta deryaya Xezayê de birîndar bûn. Hate ragihandin ku li parêzgehên Refeh û El-Wista birîndar cêbûn. Hêzên Îsraîl deriyê El-Mexabîba yên Qudis girtin.

Hêzên Îsraîlê du Filistînî kuştin û hejmarek din birîndar kirin
5 nîsan, 2018   11:00

XEZA

Nûçeghanê ajansa me ji Xezayê diyar kir ku hêzên Îsraîlê di saetên sibê çerxeriya Melka El-Kamin a girîdayî taxa El-Zeytûn a rojhilatî bajarê Xezayê topbaran kirin. Di encama topbarên de du ciwanan jiyana xwe jidest dan. Li gorî tîmên tenduristiyê, nasnameyên herdû ciwanan hatin  zanîn ku û navên wan Şadî El-Kaşif (34) û Mucahid El-Xidrî (21). 

Her wiha hate ragihandin ku rewş li herêmên dirêjahiya xeta sînor a Xezayê tevlihev e.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên me ji Xezayê dane; keştîyên hêzên Îsraîlê ji destpêka "Meşa Mezin a Vegerê" ve meşvanan gulebaran dikin. Ji ber gulebaranê 3 welatî birîndar bûn.

Her wiha hêzên Îsraîlê, îro sibehê  li parêzgeha Refeh û El-Wista gule û bombeyên gazê dibarandin, ji ber vê jî hejmarek ji ciwanan bihna wan çikiya. Tîmên tenduristiyê yek ser destwerdan kir.

Çavkaniyên Filistînê diyar kirin ku hêzên Israîlê bi hevkariyên hejmarek kesên ku destekê didin wan, girtin ser Mescid El-Eqsa. Çavkaniyan her wiha dane zanîn ku Hêzên Îsraîlê tevlî 11 fermandarên wê û hejmareke ji endamên isxtîxbaratê Israîlê û 491 kesê din deriyê El-Mexariba girtin.

(bx)