Gelên Bakurê Sûriyê ji bo redkirina dagirkeriya Tirk wê li Minbicê bimeşin

Gelên Bakurê Sûriyê ji bo redkirina dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê û gefên dagirkeriya Tirk li ser Minbicê, amadekeriya meşeke girseyî li Minbicê dikin. 

Gelên Bakurê Sûriyê ji bo redkirina dagirkeriya Tirk wê li Minbicê bimeşin
5 nîsan, 2018   07:10

MINBIC

Gelên Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Kobanê wê îro bi dirûşmeyaʺBakurê Sûriyê dagirkeriya Tirk li ser axa Sûriyê şermezar dikeʺ li Minbicê meşeke girseyî lidar bixin.

Di meşê de, wê dagirkeriya Tirkiyê li ser axa Sûriyê û bi taybet piştî dagirkirina Efrînê û gefên dagirkirina Minbicê, werê redkirin.

Tê payîn meş wê di saet 12:00`an de ji çerxereya Seb Behrat were destpêkirin û ber bi Qada Giştî ya taxa El-Mîne dewam bike.

(kc)

ANHA