Gelê Dêrikê rojbûna Ocalan pîroz kirin û dar çandin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê li baxçeyê ʺSerok Apoʺ yê li gundê Hemze Beg kom bûn û rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Gelê Dêrikê rojbûna Ocalan pîroz kirin û dar çandin
Gelê Dêrikê rojbûna Ocalan pîroz kirin û dar çandin
Gelê Dêrikê rojbûna Ocalan pîroz kirin û dar çandin
Gelê Dêrikê rojbûna Ocalan pîroz kirin û dar çandin
4 nîsan, 2018   19:16

QAMIŞLO

Girseya gel berê xwe dan bi cil û bergên xwe yên folklorî beşdarî şahiya pîrozbahiya 4ʹê Nîsanê bûn û wêneyên Rêbertiyê hildan.  

Baxçeyê Serok Apo bi wêneyên Rêbertiyê û şehîdan hat xemilandin. Beşdaran deqeyek rêz girt. Piştre Endama Koordînasyona Giştî ya Kongreya Star Medya Mihemed axivî, rojbûna Rêbertiyê li gelê Kurd û tevahî gelên Rojhilata Navîn pîroz kir û hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn. Medya da zanîn ku rojbûna Ocalan rojbûna rastî û rûmetê ye. 

Medya diyar kir ku gelê Kurd ji hemû plan û komployên dijmin bihêztir e û anî ziman ku wê dagirkeriya Tirk bi vîna gelê Kurd û azadiya jinê bin bikeve. 

 Hevserokê Federaliya Bakurê Sûriyê Mensûr Selûm jî axivî, rojbûna Rêber û fîlosof Ocalan li tevahî gelan pîroz kir û wiha got, ʺOcalan doza mafên gelên bindest dikir. Bi saya felsefeya Ocalan gelê Bakurê Sûriyê bûn mînaka aştî, demokrasî, jiyana hevbeş û biratiya gelan. 

Piştî axaftinan, komên zarokan ên Navenda Çand û Hunerê ya herêma Koçeratan hunerên stran û dîlanê pêşkêş kirin.  Koma Cûdî jî stran gotin.

Şahî bi çandina daran bi dawî bû. 

(mm)

ANHA