Li Til Berek baxçeyê 4ʹê Nîsanê hat vekirin

Şaredariya Gel a navçeya Til Berek a Kantona Qamişlo bi boneya rojbûna Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan baxçeyê 4ʹê Nîsanê vekir.

Li Til Berek baxçeyê 4ʹê Nîsanê hat vekirin
Li Til Berek baxçeyê 4ʹê Nîsanê hat vekirin
Li Til Berek baxçeyê 4ʹê Nîsanê hat vekirin
Li Til Berek baxçeyê 4ʹê Nîsanê hat vekirin
Li Til Berek baxçeyê 4ʹê Nîsanê hat vekirin
Li Til Berek baxçeyê 4ʹê Nîsanê hat vekirin
Li Til Berek baxçeyê 4ʹê Nîsanê hat vekirin
4 nîsan, 2018   18:40

QAMIŞLO

Şêniyên navçeyê, endamên Şaredariya Gel, TEV-DEMʹê û Saziyên Civaka Sivîl dar li baxçeyê nû çandin. 

Piştre, deqeyek rêz hat girtin  û Hevserokê navçeyê Mutleq Hesir, Endama Rêveberiya Kongreya Star Hacer Hisên, bi navê êla Cihêş Salih Ibêd û Hevseroka Şaredariya Gel a navçeyê Lezgîn Mihemed axivîn. 

Axêveran rojbûna Ocalan pîroz kirin û dane zanîn ku Ocalan bi felsefeya xwe gelên herêmê azad kirin. Her wiha diyar kirin ku Ocalan ne tenê serokê Kurdan e, lê serokê tevahî gelên azadîxwaz e. 

Di berdewama axaftinan de hat gotin ku rojbûna Ocalan rojbûna jina azad û mirovahiyê ye.

Di dawiyê de beşdaran dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan berz kirin. 

(mm)

ANHA