Serokomarê Iraqê: Tu hincet nema ku Tirkiye êrîşî Şengalê bike

Serokomarê Iraqê Dr. Fûad Mehsûm eşkere kir ku piştî gerîlayên PKK'ê ji Şengalê vekişiyan tu hincetek di destê Tirkiyeyê de nîne ku êrîşî Şengalê bike.

Serokomarê Iraqê: Tu hincet nema ku Tirkiye êrîşî Şengalê bike
4 nîsan, 2018   18:36

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokomarê Iraqê Dr. Fûad Mehsûm têkildarî gefên dewleta Tirkiyeyê yên li ser dagirkirina Şengalê û xaka Iraqê ji Rojnameya El Heyatê ya Londonê re  axivî û fikarên xwe anî ziman.

Serokomarê Iraqê Dr. Fûad Mehsûm diyar kir ku ew ditirsin ku Şengal jî bikeve rewşa Efrînê û got ku bila ji Tirkiye ji Başîqayê vekişe û got; "Piştî ku hêzên PKK'ê ji Şengalê vekişiyan nabe, hêzek derve bê, Şengal yan jî beşek din a xaka Iraqê dagir bike. "

Mehsûm fikarên xwe têkildarî gefên rayedarên dewleta Tirk de anî ziman û wiha got; "Em bi fikarin tiştên li Efrînê qewimîn li Şingalê jî biqewimin. Şerê li hember DAIŞ'ê li ber qedandinê ye, lazime Tirkiye jî leşkerên xwe ji Başîqayê vekişîne, Tirkiye di meseleya bikaranîna axa Iraqê de xwe dispêre peymaneke ku bi Sedam re hatiyê kirin, lê ev peyman îro êdî derbas nabe.

Serokomarê Iraqê Dr. Fûad Mehsûm herî dawî eşker kir ku piştî ku gerîlayên PKK'ê ji Şengalê vekişiyan ti hincetên dewleta Tirk nîne êrîşî Şengalê bike û xaka Iraqê dagir bike.

Di 1'ê Nîsanê de gerîlayên HPG'ê bi merasîmekî bi heybet ji Şengalê vekişiyan.