Çeteyên Erdogan kalemêrekî EfrînêʺSERJÊ KIRINʺ

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker welatiyê bi navê Bîlal Hemo yê gundê Xelîlka yê herêma Raco serjê kirin.

Çeteyên Erdogan kalemêrekî EfrînêʺSERJÊ KIRINʺ
4 nîsan, 2018   11:40

ŞEHBA

Di berdewamiya kiryarên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li ser welatiyên Efrînê de, çavkaniyên pêbawer ij herêmê raghandin ku çeteyên Erdogan welatiyê bi navê Bîlal Hemo yê 65 salî yê ji gundê Xelîlka di  mala wî de serjê kirin.

Ji roja ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Efrînê dagir kirin, kiryarên wekî dizî, talanî, destdirêjî, revandin û kuştin li ser gelê Efrînê dimeşînin.

(kc)

ANHA