Li Minbicê bi çandina daran rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi sedan şêniyên bajarê Minbicê di parka Newroz de dar çandin û şahî lidar xistin.

Li Minbicê bi çandina daran rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
Li Minbicê bi çandina daran rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
Li Minbicê bi çandina daran rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
Li Minbicê bi çandina daran rojbûna Ocalan hate pîrozkirin
4 nîsan, 2018   11:19

MINBIC

Endamên saziyên sivîl û leşkerî yên bajarê Minbicê û bi sedan şêniyên bajarê Minbicê tevlî şahiyê bûn. Şahî bi rêzgirtin destpê kir. Paşê, bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Hesna El-Zahir û bi navê Komîteya Jinên Ciwan Meryem El-Xelîf axaftin hatin kirin.

Di axaftinana de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû gelê azadîxwaz hate pîrozkirin. Di axaftina Hesna El-Zahir ev tişt hate gotin"Ocalan ji bo azadî û rizgarkirina hemû gelan têdikoşe. Bi saya fikir û felesefya Rêber Ocalan riya azadiyê ji hemû gelan ronî bû."

Ji aliyê xwe ve Meryem El-Xelîf berxwedan û tekoşîna Rêber Ocalan di girtîgeha Îmralî de silav kir û wiha pê de çû, "Dewleta Tirk hemû kiriyarên ne mirovî li hember Rêber Ocalan bikar tîne. Lê tevî wê jî gelê herêmê bi fikir û felsefeya Rêber Ocalan ve hatin girêdan û hemû jinan di riya fikir û felsefeya wî hebûna xwe îsbat kirin û rola xwe di nava civakê de tekez kirin."

Meryem di dawiyê de soza berdewamiya tekoşîn û berxwedanê heta rizgarkirina Rêber Ocalan û jiyaneke azad, da.

Paşê Endama Meclîsa Jinan stran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Berxwedana Serdemê û yekîtiya gelê Bakurê Sûriyê got.

Şahî bi çandina daran bi dawî bû.

(bx)

ANHA