Şandeya Birîtanî bi Rêveberiya Xweser a Kobanê re civiya

Şandeyek Birîtanî gihişte kantona Kobanê û ji aliyê endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û Tevgera Civaka Demokratîk ve hate pêşwazîkirin.

Şandeya Birîtanî bi Rêveberiya Xweser a Kobanê re civiya
Şandeya Birîtanî bi Rêveberiya Xweser a Kobanê re civiya
Şandeya Birîtanî bi Rêveberiya Xweser a Kobanê re civiya
4 nîsan, 2018   10:50

KOBANÊ

Şandeya Birîtanî a di riya Deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê derbasî Rojava bû, gihişt Kobanê. Endamên şandeyê ji bi hevserokên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê û nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk hevdîtin pêk anîn.

Şandeya Birîtanî ji Cîgirê Partiya Karkerên Birîtanî Lloyd Russell Moel, Senator Meclîsa Giştî ya Birîtanî Lord Maurice Glassman, Mûdirê Buroya Sendiqeya Navdewletî  Simon Dibbing û Mûdîrê Navneda Pêşverû ya kurdî Ibrahîm Dogos ve hate pêşwazîkirin. Endamên şandeyê bi Hevserokê Karûbarên Derve yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer ve hate pêşwazîkirin.

Ji endamên Şandeyê  di serî de, Lord Maurice Glassman roja jidayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û destnîşan kir ku derfetên wan tune bû ku bi vê boneyê daran biçînin.

Lord Moris anî ziman ku ew bi şerê li Kobanê û berxwedana gelê Rojava ya li hemberî rêxistinên terorîst bi bandor bû. Her wiha destnîşan kir ku ew bûyerên ku li Efrînê, komkujî û guheretina demografiya herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirk ve pêk çêdibe, dizanin.

Endamên şandeyê her wiha, bal kişandin ser tecrûbeya Bakurê Sûriyê û diyar kirin ku koka demokrasiyê ne hikûmet e, civak e û gotin "Me demokrasî li vir li Rojava dît"

Hevserokê Meclîsa Rêveber a kantona Kobanê Enwer Muslim behsa berxwedana Kobanê, hewldanên dewleta Tirk ji bo têkbirîna projeya Bakurê Sûriyê kir. Muslim anî ziman ku kiryarên ku çeteyên DAIŞ‘ê li Şengalê li dijî êzidiyan pêk anî bûn, Tirkiyê îro li Efrînê dûbare dike.

Hevseroka Meclîsa Rêveber a  Kantona Kobanê Bêrîvan Hesen jî got ku Şoreşa Rojava bi jin dest pê kir. Jin ji bo mafê xwe bi dest bixe û ji kevneşopiyên paşverû rizgar bibe li hemberî rêjîmê Baas têkoşîn meşand û di şerê li Kobanê de li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê sekinî.

Lord Mores jî wê di demên pêş de jî serdan hebin, her wiha şandeya Bakurê Sûriyê bi taybet Kobanê vexwend ku serdana Birîtanya bike.

Tê payîn ku şande dê serdana goristana şehîdan û hin deverên din ên Kobanê bike.

(bb)

ANHA