18 kamiyonên alîkariyê ji bo gelê Efrînê gihîştin Şehbayê

Îro karwanê alîkariyên mirovahî ku ji 18 kamiyonên alîkariyê pêk dihat ku ji bo şêniyên Efrînê yên ku ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man ku dev ji warên xwe berdin gihîştin kantona Şehbayê. Alîkarî wê li gelê Efrînê were belavkirin.

18 kamiyonên alîkariyê ji bo gelê Efrînê gihîştin Şehbayê
4 nîsan, 2018   09:14

ŞEHBA

Şêniyên herêma Cizîrê û Başûrê Kurdistanê û bi alîkariya Heyva Sor a Kurdî 18 kamiyonên alîkariyê ber bi kantona Şehbayê ve şandin.

Di nava alîkariyan de madeyên xwarinê û pêdiviyên jiyanê hene. Li gorî kesên ku kar û xebatên komkirina alîkariyan dişopînin gotin ku alîkariyên ku hatine komkirin wê li şêniyên Efrînê yên ku li gundewarên kantona Şehbayê bi cih bûn dê werin belavkirin.

Hêjayî gotinê ye ku hemleya komkirina alîkariyan li Bakurê Sûriyê, li hinek bajarên Kurdistanê û dewletên Ewrûpa ji aliyê rêxistina Heyva Sor a Kurd û heyva Sor a Kurdistanê didome.

(bx)

ANHA