′Rojbûna Ocalan mîlada azadiya hemû gelan e′

Şêniyên navçeya Sirîn a kantona Kobanê gotin ku, dewleta Tirk a dagirker dikare Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dil bigrin lê ew nikarin ku fikr û felsefeya wî ya ku azadiya gelan diyar dike dîl bigirin.

′Rojbûna Ocalan mîlada azadiya hemû gelan e′
4 nîsan, 2018   08:53

MIHEMED EHMED – DIJLE EHMED / KOBANÊ

Bi boneya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şêniyên navçeya Sirînê ya girêdayî kantona Kobanê ji ajansa me (ANHA) re axivîn û komploya navdewletî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û tecrîda ku li ser wî tê meşandin, şermezar kirin.

welatiya bi navê Neîma Mihemed ev tişt got,"Em rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê pîroz dikin. Bi saya fikr û felsefeya Rêber Ocalan em gihan riya azadiyê. Rêber Ocalan hemû jin ji urf û adatên paşverû rizgar kir. Em dibînin ku îro bi saya fikirên Rêber Ocalan çawa jin di hemû aliyên jiyanê de rola xwe dilîze. Em weke jin bang dikin ku Rêber Ocalan serbest were berdan. Rêber Ocalan riya azadiyê civakê ji me re diyar kir û biratiya gelan û jiyana azad ji me re afirand. Em bang li hemû rêxstinên navdewletî û rêxstinên mafên mirovan dikin ku di zûtrîn dem de Rêberê me serbest berdin."

Welatiyê bi navê Mûrad Lalo jî wiha axivî,"Ev roj roja jidayikbûan azadiya gelê Bakurê Sûriyêye. Roja jidayikbûan Rêberê Netewa Demokrtîk e yê ku ji bo azadiya gelan û jiyana hevbeş têdikoşe. Felsefeya Rêber Ocalan felsefeya mirovahî, demokartî û biratiya gelan e. Bi saya felsefeya Rêber Ocalan zilm û desthilatdarî li hemû gelê herêmê rabû."

Lalo di berdewamiya axaftina xwe de wiha got"Dewletên dagirker û di serî de dewleta Tirk ji fikr û felsefeya Rêber Ocalan a ku banga azadiya gelan dike ne razî ne ji ber vê yekê xwestin ku vê felsefeyê têk bibin û di encma wê de Rêber Ocalan tenê weke laş dîl hate girtin. Lê fikir û felsefeya Rêber Ocalan di mejiyê hemû gelan de azad dijî. Em heta dawiyê li ser riya fikr û felsefeya Rêberê xwe bimeşin. Ji ber ku wî riya azadiyê ji me re diyar kir."

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Beha El-Dîn Bozo wiha ev tişt anî ziman "Bi saya fikir û felsefeya Rêber Ocalan em ji fikrên paşverû rizgar bûn. Em tu carî dev ji fikrên Rêberê Ocalan bernadin. Em ê heta dawiyê li ser fikrên jiyana hevbeş û biratiya gelan bimeşin."

(bx)

ANHA