Bi strana ‘Apê me yekîtiya gelane’ rojbûna Ocalan pîroz kirin

Komîna Şehîd Merwan Berakat bi strana ku li ser Rêber Abdullah Ocalan amade kirine, rojbûna Ocalan pîroz kirin. Komîna ku bi rêxistina taxê re karên hunerî jî didin meşadin diyar kir ku jiyana wan a demokratik bi saya fikrê Ocalan hatiye avakirin. 

Bi strana ‘Apê me yekîtiya gelane’ rojbûna Ocalan pîroz kirin
Bi strana ‘Apê me yekîtiya gelane’ rojbûna Ocalan pîroz kirin
3 nîsan, 2018   16:44

Bêrîtan MEDÛSA/Comert ŞÊXO

QAMİŞLO- “Nemane felek, bêjin bêjin Apê me ew e rih û canê me. Çi Suryan û çi Ereb, teva ji bo te xwîn daye, bêjin bêjin Apê me yekîtiya gelan e. Bostek ji axa xwe nadin çavê dijmin derbînin, em ê bangkin ey Serok tu ji me re bûyî heyv û rok. Kurdistan çar parçe bû îro te kiriye dîrok.” Komîna Şehîd Merwan Berakat ku li taxa Hilêliya Qamişlo cih digire bi vê stranê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan pîroz kir.

Piştî Şoreşa Rojava dest pê kir her taxekî komînên xwe ava kirin. Komîna Şehîd Merwan Bereket ku li taxa Hilêliyê ya Qamişlo cih digre jî ji beriya 2 salan hat avakirin. Lê ferqa Komîna Şehîd Merwan ji komînên din, ew bû ku li gel xebatên rêxistinkirina taxê de dest bi karên hunerî, korsên zimanê kurdî dikir. Komek mûzîkê ya ji 50 kesî pêk tê ku di nav de zarok, jin, ciwan cih digirin hat avakirin. Di heman demê de kesên di taxê de tembûr û enstrumanan lê dixin jî tevlî komê bûne û bi awayek dewamî kar û proveyan dikin.

 ‘XEBATÊN ÇANDÎ Jİ BO ŞOREŞÊ GİRTİNGİN’

Ehmed Xelîl kesê ku koma hunerî ava kir û dest bi karên hunerî kirî, karên komê û armancên wê anîn ziman. Xelîl da zanîn ku wan ji beriya meh û nîvê dest bi karên hunerî kirin û wiha got: “Ji bilî ku zarokên me li kolanan dema xwe derbas bikin, bila werin karên hunerî bikin. Divê em li zarok, tax û çanda xwe xwedî derbikevin. Em dixwazin komînên din jî van xebatan bikin, ji ber ku xebatên çandî jî wek yê lerşkerî ji bo şoreşê girîngin. Me heta niha 3 stranên şoreşgerî çêkirine û bi awayê koro dibêjin.”

Xelîl diyar kir ku  jiyana demokratîk projeya Rêber Abdullah Ocalan e û wiha pêde çû: “Ev jiyana me bi saya fikrê Serok Apo hatiye avakirin, em jî şargirtên wî ne. Lewma em stranên xwe li ser Rêbertiyê vedihunin.”

 ‘MİN WEK JİNEKE XWEST BÊJİM XWESTEKÊN JİNÊ JÎ HENE’

Endama Komînê Nurşan Fexredîn (15) jî anî ziman ku dema komînê karên hunerî destpêkir ew jî tevlîbû, ji berk u xwesteka wê ji zarokatî ve ji karên hûnerî re hebû. Nurşan destnîşan kir ku ew wek jin dixwaze xwe ispat bike ku daxwazên jinê jî hene.

(mm)

ANHA