Ilham Ehmed: Li hember planên dijmin yekrêziya xwe xurt bikin

Rûspiyên êlên Ereb ên Bakurê Sûriyê, herêma Dêrazorê û Iraqê serdana MSDʹê kirin. Ilham Ehmed banga yekrêziya gelê Sûriyê li hember planên dijmin kir.  

Ilham Ehmed: Li hember planên dijmin yekrêziya xwe xurt bikin
Ilham Ehmed: Li hember planên dijmin yekrêziya xwe xurt bikin
3 nîsan, 2018   16:29

GIRÊ SPÎ – Rûspiyên êlan bi Hevseroka MSDʹê Ilham Ehmed re civiyan. Di civînê de rewşa gelên Bakurê Sûriyê nîqaş hatin kirin.

Ilham Ehmed anî ziman ku divê gelê Sûriyê yekrêziya xwe li hember êrîş û siyasetên dijmin xurt bikin.

Piştre şêxên êlan bal kişandin li ser rewşa gelê Efrînê û gotin ku ew ê li hember dagirkeriyê piştgiriya gelê Efrînê bikin. Her wiha şêxan dane zanîn ku ew destûr nadin ku dewleta Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê bimîne.

Di dawiya civînê de şêxên êlan diyar kirin ku wê her dem serdana MSDʹê bikin.

(ekîb/mm)

ANHA