ʹBi azadiya Ocalan hemû komplo bin dikevinʹ

Di bin dirûşmeya ʺBi azadiya Rêber Apo em ê hemû komployên navneteweyî bin bixinʺ de bi sedan gelê taxa Şêxmeqsûd a Helebê meşiyan û daxwaza azadiya Ocalan kirin.

ʹBi azadiya Ocalan hemû komplo bin dikevinʹ
ʹBi azadiya Ocalan hemû komplo bin dikevinʹ
ʹBi azadiya Ocalan hemû komplo bin dikevinʹ
ʹBi azadiya Ocalan hemû komplo bin dikevinʹ
ʹBi azadiya Ocalan hemû komplo bin dikevinʹ
3 nîsan, 2018   17:29

HELEB – Di meşê de şêniyên taxê yên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen amade bûn, wêneyên Ocalan û têkoşerên azadiyê hildan.  

Meş ji pêşiya hola civînan a taxa Şêxmeqsûd dest pê kir, li kolanên taxê geriya û meşvanan dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan qîr kirin. Meş li pêşiya navenda YCRʹê rawestiya û li wir deqeyek rêz hat girtin. 

Piştre bi navê MSDʹê Dedran Hemo û bi navê YRCʹê Canfeda Tolhildan axivîn. Axêveran dane zanîn ku komploya navneteweyî ya li dijî Ocalan, li dijî gelên azadîxwaz û jiyana hevbeş hat avakirin.

Di berdewama axaftinan hat zanîn ku hêzên komploger xwestin bi hedefgirtina Ocalan, doza Kurdî û şoreşên gelên azadîxwaz derb bikin. Her wiha hat diyarkirin ku vîna gel û berxwedana Ocalan komployên dijmin vala derxistin. 

Axêveran bal kişandin ser rola pêşeng a ciwanan di şoreşê de û gotina Rêbertiyê ya ʺEm bi ciwantiyê dest pê kir û em ê bi ciwantiyê bi ser bikevinʺ bi bîr xistin. 

Di dawiya axaftinan de bang li rêxistinên navneteweyî û mafên mirovan hat kirin ku tecrîda li ser Ocalan rakin û hesab ji dewleta Tirk a faşîst bixwazin. 

Meş bi dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalanbi dawî bû. 

(mm)

ANHA