Şaredariya Gel a Şerqî ya Hesekê hate vekirin

Şardariya Gel a Navendî ya Kantona Hesekê li navçeya Şerqî ya bajarê Hesekê bi merasîmekê hate vekirin.

Şaredariya Gel a Şerqî ya Hesekê hate vekirin
3 nîsan, 2018   14:19

HESEKÊ – Piştî hilbijartênên Rêveberiya Herêmî biryar hat girtin ku 3 Şaredariyên Gel ʺRojhilat, Rojava û Başûrʺ xizmeta bajarê Hesekê bikin. Şaredariaya navçeya El-Şerqiya bi beşdariya nûnerên rêxistin û partiyên siyasî hat vekirin. 

Vekirina şaredariyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Hevserokê Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê Cozêf Lehdo axivî û vekirina şaredariyê li hemû şêniyên navçeyê pîroz kir. Cozêf got,  "Em ê heta dawiyê xizmeta gelê xwe bikin.ʺ

Ji aliyê xwe ve Hevseroka Şaredariya Gel a navçeya El-Şerqiya Delal Biro jî ev axaftin kir, "Ji bo ku em xizmeta gelê xwe bikin û bajarê xwe bi hevkariya gelê xwe pêşbixin, me şaredarî vekir."

Her wiha Hevseroka Meclîsa herêma Hesekê Civîn Remo vekirina şaredariyê li hemû şêniyan pîroz kir û wiha pêde çû, "Dema ku hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi dawî bûn, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dest bi êrîşên li ser bajarê aştiyê Efrînê kir. Armanca ji vê yekê ku têkbirina projeyên gelê Bakurê Sûriyê ye.ʺ 

Civîn di axaftina xwe de got ku pêwîste hemû gelê herêmê û saziyên wê bi erk û berpirsiyariyên xwe rabin.

Bi navê Meclîsa Kantona Hesekê Meha Şamûn jî axivî û wiha got, ʺYekîtiya gelê Bakurê Sûriyê hemû planên şikandina vîna gelan têk bir."

Deriyê şaredariyê ji aliyê dayîka şehîd Ferhad ve hate vekirin.

Delal Biro û Fadî Cico di hilbijartinên Rêveberiya Herêmî de weke Hevserokên şaredariya gel a navçeya El-Şerqiya ya bajarê Hesekê hatin hilbijartin.

(bx)

ANHA