Sersaxî ji malbatên Rizgar û Mihemed re hat xwestin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Girkê Legê sersaxî ji malbatên herdû şervanên YPGʹê xwestin. 

Sersaxî ji malbatên Rizgar û Mihemed re hat xwestin
3 nîsan, 2018   13:24

QAMIŞLO – Girseya gel serdana malbatên şervanên YPGʹê Zirgar Amed û Mihemed Şear ên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûne re xwestin û sersaxî ji malbatên wan re xwestin. 

Konê sersaxiyê yê şehîd bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJʹê hat xwemilandin. 

Serdana sersaxiyê bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre bi navê YPGʹê Çiya Dêrik axivî û soza şopandina riya cangoriyên azadiyê da. Çiya wiha got, ʺEm li dibistana Rêbertiyê fêrî nirxên fedekarî, hezkirin û biratiya gelan bûn. Bi saya felsefeya Rêbertiyê hevgirtina gelên Bakurê Sûriyê xurt bû û jiyana hevbeş hat avakirin.ʺ

Piştre jî Hevserokê Meclîsa herêma Dêrikê Ebdulrehîm Mihemed axivî û da zanîn ku dê şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyê bibe mînaka jiyana hevbeş û wiha domand, ʺTekane riya serkeftinê federkarî ye. Divê tevahî gelên herêmê li dijî dagirkerî û faşîzmê yekîtiya xwe ava bikin.ʺ

Her wiha bi navê TEV-DEMʹê, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê axaftin hatin kirin û soza şopandina riya şehîdan heta serkeftinê hat dayîn. 

Di dawiyê de bi navê malbata şehîd Mihemed Şear,Xezwan Şear axivî û soza şopandina riya tevahî cangoriyên azadiyê da. 

(mm)

ANHA