Xweseriyê bang li gelê Sûriyê kir: Bi planên Tirkiyê neyên xapandin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Efrînê bang li gelê Sûriyeyê, koçberên Xûtayê û herêmên din ên Sûriyê kir ku li hember planên dewleta Tirk a dagirker ên avakirina paytexteke nû ji DAIŞʹê re, hişyar bin. 

Xweseriyê bang li gelê Sûriyê kir: Bi planên Tirkiyê neyên xapandin
3 nîsan, 2018   14:49

NAVENDA NÛÇEYAN – Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekê ji gelê Sûriyeyê û koçberan xwest ku bi planên dagirkeriya Tirk neyên xapandin.

Daxuyanî wiha ye:

ʺJi bo tevahî gelê Sûriyê yê bi rûmet

 Hêzên tarî ji tevahî cîhanê bi welatê me Sûriye ve hatin rêkirin û Sûriye bû qada şer. 

Bakurê Sûriyê (li gorî herêmên din ên Sûriyeyê) herêmeke bi ewle ye, taybet bajarê Efrînê ku bi hezaran koçberên ji ber rewşa şer direviyan lê bi cih bûn.

Lê ev rewş li xweşiya dagirkeriya Tirk nehat û li gel komên çete bi çekên NATOʹyê êrîşî Efrînê kir.  

Piştî berxwedana 58 rojan, dagirkeran herêm dagir kirin û pêwîstî hat dîtin ku sivîl li herêmê bêne derxistin û li herêmên bi ewle bêne bicihkirin.  

Em dixwazin balê bikişînin ser du xalên girîng:

*Armanca dewleta Tirk a dagirker guhertina demografiyê û jinûve avakirina serdema Osmanî ye. Ji bo Tirkiye bigihêje vê armancê, dixwaze şer di navbera gelê Sûriyê de bafirîne da bi hêsanî siyasetên xwe li herêmê bide meşandin. Divê gelê Sûriyê van siyasetan red bikin û neçin herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de. 

*Armanca din a dewleta Tirk ew e ku li şûna Reqa û Mûsilê, paytexteke din ji terorê re ava bike. Ji bo pêkanîna vê yekê welatiyên Sûrî bi kar tîne. Piştre jî da bi riya terorê zextê li ser Ewrûpa û Rojhilata Navîn bike. Bi vê yekê herêm tu carî bi ewle nabe.

Banga me ji tevahî gelê Sûriyê (taybet koçberên Xûtayê û herêmên din ên Sûriyê) re heye ku van xalan di ber çav re derbas bikin û bi planên dagirkeriya Tirk neyên xapandin.

Em bi hêvî ne ku hûn girîngiyê bidin vê banga me. Ji ber ku dê encamên guhertina demografiyê trajediyeke mezin bi xwe re bîne.ʺ

(mm)

ANHA