Xebatên civîna awarte ya Meclîsa Dewletên Ereban destpê kir

Karên û xebatên civîna awarte ya Meclîsa Dewletên Ereban li Qahîrê bi amadebûna nûnerên hemû dewletên Ereban ji bilî Sûriyê destpê kir.

Xebatên civîna awarte ya Meclîsa Dewletên Ereban destpê kir
3 nîsan, 2018   12:43

NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser xwesteka Filistînyan ji bo nîqaşkirina doza Filistînê û bi piştgiriya Kiwêt, Misir û Urdunê civîna awarte hate lidarxistin. Civîn bi serokatiya Erebîstana Siûdî destpê kir.

Di civînê de bikaranîna  zexta ji aliyê hêzên Îsraîlê li hember kesên ku di roja "Meşa mezin de " ya ku di 30`ê Adarê de hate lidarxistin, wê were nîqaşkirin.

Artêşa Îsraîlê li ser sînorê Xezayê gule bi ser sivîlan de barand û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî  hezar û 500 kesî jî birîndar bûn.

(bx)