Mîhrîcana 4’ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Nîsanê destpê kir

Mîhrîcana ku her sal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bi boneya 4’ê Nîsanê roja rojbuna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê organîzekirin, destpê kir.

Mîhrîcana 4’ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Nîsanê destpê kir
Mîhrîcana 4’ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Nîsanê destpê kir
Mîhrîcana 4’ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Nîsanê destpê kir
Mîhrîcana 4’ê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Nîsanê destpê kir
3 nîsan, 2018   12:38

NAVENDA NÛÇEYAN - 11’emîn Mîhrîcana Çand û Wêje ya 4’ê Nîsanê li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî îro destpê kir. Mîhrîcana ku ji aliyê Saziya Hînkarî û Perwerdê ve tê organîzekirin wê 2 rojan dom bike. Bernameya mîhrîcanê bi beşdariya hemû xwendekarên dibistanên seretayî, navîn û amadeyî, li seheya futbolê bi rêzgirtinê destpê kir.

Li ser giringiya rojê Endama Saziya Hînkarî û Perwerdeyê Mamosta Bêrîvan Demîr axivî û rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li zarokên Mexmûrê, şervanên di çeperan de liber xwe didin û tevayî gelê kurd pîroz kir. Bêrîvan Demîr bibîr xist ku ew her sal rojbûna Ocalan bi pêşengtiya Saziya Hînkarî û Perwerdeyê ya Mexmûr bi Mîhrîcana Çand û Wêje pîroz dikin. Bêrîvan diyar kir ku di çarçoveya mîhrîcanê de wê gelek bername bên pêkanîn û ji şagirtên ku tê devlî pêşbirkan bibin, serkeftin xwest.

Piştî axaftina Bêrîvan Demîr xendekarên kû di pêşbirkên werzîşî de cih digirin, ala Kurdistanê hildan û li dora seheyê meşiyan. Piştre bi rêzê maratona xwendekarên dibistana seretayî yên keç û xort, maratona xwendekarên dibistana navîn bi navê “Stêrka Ciwan” a keç û xortan pêk hat.

Piştre jî xwendekarên dibistana amadeyî ketin pêşbirka bazdana dirêj.

Di herikîna bernameya mîhrîcanê de di navbera xwendekarên dibistana seretayî de meşa 400 metre û 100 metre, her wiha beza alê ya keç û xortan pêk hat.

Di çarçovey mîhrîcanê de piştî pêşbirkên werzîşê, li Salona Konferansê ya Wargehê pêşangeha wêneyan hat vekirin. Pêşengeh ji aliyê dayîka şehîdê çapemeniya Azad Rizgar Adanmiş Meryem Adanmiş ve hat vekirin. Meryem Adanmiş bi boneya vekirina pêşengehê xêrhatina hemû gel kir û ev pêşangeh diyarî hemû şehîdên Tevgera Azadiyê kir.

Piştî vekirina pêşangehê gel û xwendekar li pêşangeha ku ji 3 beşan pêk tê, geriyan. Di pêşnagehê de beşek taybet ji bo wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê hetiye veqetandin. Beşek pêşengehê, ji bo şehîdên Çapemeniya Azad hatiye veqetandin. Di vê beşê de ji kamerayeke ku hatiye çêkirin ji aliyê gel û xwendevanan ve rastî eleqeyek mezin hat. Beşek pêşengehê ji bo wêneyên koçberiya Wargeha Mexmûr û beşek jî ji bo helbest û dariştinên xwendevanan hatiye ve qetandin.

Di pêşengehê de her wiha xwendekar û wênesazan wêne xêz kirin. Pêşangeh wê heya 4’ê Nîsanê ji gel û xwendevanan re vekirî be.

Mîhrîcana ku dê sibe bidawî bibe, bi pêşbirkên werzîşê berdewam dike.