YPG`ê nasnameya du rêwiyên azadiyê eşkere kir

YPG`ê nasnameya du şehîdên xwe yên ku di dem û cihên cûda de şehîd bibûn eşkere kir.

YPG`ê nasnameya du rêwiyên azadiyê eşkere kir
YPG`ê nasnameya du rêwiyên azadiyê eşkere kir
YPG`ê nasnameya du rêwiyên azadiyê eşkere kir
3 nîsan, 2018   11:37

 NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê  bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya du şehîdên YPG`ê eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê wiha ye:

ʺDi dîroka 26’ê Sibatê li bajarê Hesekê rêhevalê me Moro Hesekê encama nexweşiyeke giran gihiştiye şehadetê. Her wiha rêhevalê me ku li eniya Dêrazorê erk û peywirê xwe pêk dianî û mayinên ku çeteyên DAIŞ’ê hawirdorê Dêrezorê çandibû ji bo rakirina wan xebat dida meşandin,  di dîroka 1’ê Avrêlê encama pêlêkirina mayinekê çeteyan şehîd bû.

Em weke YPG’ê girêdayî bîranînên her du şehîdên me bimînin û armanc û xeyalên wan ji bo pêkbînin li hember dagirkeran heya dawî tekoşîna xwe bidomînin. Em di kesayeta Şehîd Moro û Şehîd Quwetlî de tevahî şehîdên me yên qehreman bibîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan û gelê me re dixwazin.

Nasnameyên pakrewanan wiha ye:

Nasnav: Moro Hesekê

Nav û Paşnav: Xalid El Elî

Navê Dayikê: Redhe

Navê Bav: Xelef

Cihê Ji Dayikbûnê: Şedadê

Cih û Dîroka Şehadetê: Hesekê / 26 Sibat 2018

*****

Nasnav: Quwetlî Hesekê

Nav û Paşnav: Musa Ebdilxanim

Navê Dayikê: Fewziye

Navê Bav: Ebid

Cihê Ji Dayikbûnê: Hesekê

Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrazor / 1 Avrêl 2018.

(kc)