Bi bûneya rojbûna Ocalan dar hatin çandin

Dayîkên Şehîdan li navçeya Girkê Legê bi hatina roja 4`ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tekez dar li dibistanên navçeyê çandin.

Bi bûneya rojbûna Ocalan dar hatin çandin
Bi bûneya rojbûna Ocalan dar hatin çandin
3 nîsan, 2018   11:45

QAMIŞLO – Dayikên şehîdan li navçeya Girkê Legê 4`ê Nîsanê roja rojbûna Gelê Kurd  Abdullah Ocalan bi çandina daran pîroz kirin.

Di wesîleya rojbûna Ocalan dayikên şehîdan û bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya Girkê Legê dar li dibistanên navçeyê çandin.

Dar li 5 dibistanên seretayî û navîn ên navçeya Girkê Legê hatin çandin.

Minîfa Silêman dayika şehîd Qehreman bi navê dayikên şehîdan axivî û rojbûan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ev tişt got "Em rojbûna Rêber Ocalan pîroz dikin. Em di vê rojê de hêvî dikin ku Rêberê me serbest were berdan. Em tekez dikin ku em ê heta dawiyê li ser fikir û felsefeya wî bimeşin û em ê heta dwaiyê piştgiriyê berxwedana wî bikin.ʺ

Di dawiyê de dayika Minîfa Berxwedana Serdemê û gelê Efrînê silav kir.

(bx)

ANHA