Yekem werşeya dirûtinê li Tebqayê hate avakirin

Komîteya Jinê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û bi hevkariya Meclîsa Jin a Tebqa û gundewarên wê yekem werşeya dirûtinê  ji bo jinên Tebqayê vekir.

Yekem werşeya dirûtinê li Tebqayê hate avakirin
Yekem werşeya dirûtinê li Tebqayê hate avakirin
Yekem werşeya dirûtinê li Tebqayê hate avakirin
Yekem werşeya dirûtinê li Tebqayê hate avakirin
3 nîsan, 2018   11:05

TEBQA – Piştî ku bajarê Tebqayê di meha gulana sala borî ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, ev projeya yekemîn a jinan li Tebqayê tê vekirin.

Rêveberên Komîtiya Jin Ciheyîna Miso, Wela El-Nacî û Roşîn Mihemed, Rêvebera Meclîsa Jinên Tebqa û gundewarên wê Sûad El-Reşîd û endamên Mala Jin a Caber û jinên gundan  beşdarî merasîma vekirina werşiya dirûtinê bûn.

Yek ji karên werşeya dirûtinê ku aboriya jinê xurt bibe û jin bi awayekî xweser êdî dikaribe her tiştî bi xwe bike.

Dema ku bajarê Tebqa ji aliyê çeteyan ve hate dagirkirin rewşa jian hate paşguhkirin. Lê dema ku hate rizgarkirin careke din jinê rola xwe  vegerand.

Di werşeya ku hate vekirin de, 20  jin ji gundê Caber tevlî dewreya dirûtinê bûn.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Komîteya Jin a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê Ciheyîna Miso ev tişt got "Werşeya  dirûnê bi hevkariya Meclîsa Jinên Tebqayê hate avakirin. Armanc ew e ku jin aboriya xwe ya xweser pêş bixe."

Dewreya dirûtinê wê du heman dewam bike.

(bx)

ANHA