Pentagon pêşniyar ji bo Trump got: Em hêzên xwe li Sûriya zêde bikin

Fermandarên Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) pêşniyar li Serokê Amerîkayê Donald Trumpî kir ku li şûna bi vekişandina ji Sûriyê bifikre, bila hejmara hêzên Amerîkî li Sûriya zêde bike.

Pentagon pêşniyar ji bo Trump got: Em hêzên xwe li Sûriya zêde bikin
3 nîsan, 2018   10:56

NAVENDA NÛÇEYAN – Çavkaniyan ji Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) gotin ku fermandarên Pentagon pêşniyar li Trumpî kirine ku hejmara hêzên Amerîkî li Sûriyeyê zêde bike û ji Sûriyeyê venekişe.

Çavkaniyan ji Kenala Nûçeyan a El-Hura ya Amerîkayê re destnîşan kirin ku Trump dê îro bi Tîma Ewlekariya Netewî ya Koşka Spî re bicive û mijarê şerê li dijî terora DAIŞ‘ê li Sûriyê nîqaş bikin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump berî demekê gotibû ku dê "di demeke nêz de" ji Sûriyeyê vekişin.

(bb)