YPG: Operasyona artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê  bê  encam ma

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê  diyar kir ku operasyona artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Raco û sêgoşeya Bilbilê-Şera-Mabata bê encamp ma û paş de vegeriyan.

YPG: Operasyona artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê  bê  encam ma
3 nîsan, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya YPG`ê derbarê Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê nûçeyeke li ser malpera xwe weşand.

Nûçeya ku li ser malpera YPG`ê hatiye weşandin wiha wiha ye:

ʺArtêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê roja 2’ê Nîsanê ji sibehê saet 10:00’an heya ber bi êvarê li derdora navçeya Raco û sêgoşeya Bilbilê-Şera-Mabeta bi alîkariya balafirên şer operasyonê bejahî lidar xistin. Artêşa dagirker, bi balafirên şer li van qadan 7 caran bombebaran kiriye. Operasyona ku heya saetê êvarê berdewam kir, bê encam ma û paş de vegeriyan.ʺ

(kc)