Ji Efrînê agahiyên giring derbarê Êzidiyan: 16 welatî hatin revandin, pîrozgeh hatin rûxandin

Silêman Cefer da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker hemû cihên pîroz ên Êzidyan  li  kantona Efrînê rûxandin, herwiha 16 welatiyên Êzidî jî revandin tu kes çarenûsa wan nizan e.

Ji Efrînê agahiyên giring derbarê Êzidiyan: 16 welatî hatin revandin, pîrozgeh hatin rûxandin
3 nîsan, 2018   09:34

SÎMAV XELÎL

ŞEHBA - Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cefer derbarê rewşa Êzidiyan li kantona Efrînê û kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê derheqê Êzidiyan de, agahiyên giring dane ajansa me.

Silêman  Cefer diyar kir ku welatiyên Êzidî di salên borî de li ser destê desthildarên ku Kurdistan dagir kirine, rastî qirkirin û zulmê hatin û wiha dewam kir,ʺ Îro li kantona Efrînê  jî welatiyên Êzidî li ser destê dagirkeriya Tirk û  çeteyên wê rastî qirkirinê tên. Welatiyên Êzidî jî ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man dev ji mal û milkên xwe berdin û berê xwe bidin herêmên Şehba, Nubil, Zehra û gundên Şêrawa.ʺ

Hevserokê Desteya  Têkiliyên Derve di berdewamiya axaftina xwe de bal  kişad ser rewşa welatiyên Êzidî li kantona Efrînê û ev agahî dan,ʺLi gorî agahiyên ku gihîştin me, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên  wê navenda Yekîtiya Êzidiyan li bajarê Efrînê rûxandin û hemû tiştên têde şewitandin. Her wiha dagikeriya Tirk û çeteyên wê peykerê Laleş û Zerdeştê Kal û hemû cihên pîroz ên Êzidiyan li gundên Basûfan, Feqîre, Qereh Tebe û Birc Abdullah rûxandin.ʺ

Her wiha Silêman Cefer got ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê  bi awayekî zanebûn   qirkirinê li dijî Êzidiyên li Efrînê dimeşînin û wiha pê de çû,ʺDagirkeriya Tirk û çeteyên wê gelê Êzidî dikuje û qirkirinê li dijî wan dide meşandin. Her wiha kûştina Êzidiyan, revandina jinên Êzidî û talankirina mal û milkên Êzidî ji xwe re helal dikin, wekî ku çeteyên DAIŞ`ê li Şengalê kirin. Di heman demê de, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 16 welatiyên Êzidî yên ji gundê Qîbare revandin û birin cihekî ne diyar û heta niha tu kes çarenûsa wan nizan e.ʺ

Hevserokê Desteya Têkiliyên Derve ya Kantona Efrînê Silêman Cefer di dawiya axaftina xwe de got ku dema Tirkan pût îbadet dikirin, Êzidiyan digotin xwedê yek e.

(kc)

ANHA