Mijarên sereke yên rojeva rojnameyên Erebî..

Ji bo  derketina ji Dûmayê deriyê qeydkirina navan hatiye vekirin. Çarenûsa Qelemûn mîna çarenûsa Xûtaya Rojhilat ku Erdogan, Putîn û Ruhanî peymanan li ser dikin e, li Iraqê hişyarî ji sexterkirina hilbijartinan mijarên sereke yên ku rojnameyên erebî yên îro ne.

Mijarên sereke yên rojeva rojnameyên Erebî..
3 nîsan, 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN – Ji mijarên sereke yên ku di rojeva rojnameyên Erebî de bûne manşêt, pêşveçûnên li Dûmaya Sûriya, armanca duyemîn a rêjîma Sûriyê piştî Dûma, peymanên sê alî (Erdogan, Putin û Rihanî) derbarê Sûiyê, Hilbijartinên Iraqê, serkeftina Sîsî di hilbijartinên serokkomariya Misirê de.

 Ji bo derketina ji Dûma deriyê qeydkirinê hatine vekirin

Derbarê rewşa Sûriyê de, bi taybet pêşketinên li Dûmayê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewste sernavê "Beşek din ji Dûma ber bi Bakurê Sûriyê ve tê xwestin..Fermandarên opozisyonê derketinê qebûl nakin" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî sernavê "Sivîl û birîndar ji Dûma derdikevin…»Ceyş El-Islam«ji bo mayîna xwe li bajar danûsatandinan dike" avêt.

Rojnameya got, "Çavkaniyekî ji bajarê Dûma got ku deriyê qeydkirinê ji bo derketina ji Dûma ber bi Cerablus a gundewarê Helebê ve li pêşiya sivîl û birîndarên leşkerî û malbatên wan, her wiha çekarên ne ji Ceyş El-Islam hatiye vekirin. Lê hejmara kesên xwe qeydkirinê ne ketiye destê me, hin kes naxwazin lihevkirinan bi rêjîma Sûriyê de çêbikin û derkevin."

Di berdewama nivîsê ku xwe ji çavkaniyê digire, de tê gotin ku di navbera sivîl û leşkeran de nakokî derketin, sedema vê yekê spart ku şênî û gel li dijî biryara Ceyş El-Islam in. Tişta hişt ku ev nakokî kurtir bibe ku aliyê Ceyş El-Islam li ser vê peymanê û mekanîzmeya wê bê deng e. Fermandarê Ceyş El-Isalm Îsam Biweydanî li nav kolanên bajêr dirgeriya û bang li sivîl û leşkeran kir ku teslîmiyetê qebûl nekin û û ji Dûmayê dernekevin."

Qelemûn li peya Xûtaya Rojhilat e

 Rojnameya El-Heyat behsa rewşa meydanî ya Sûriyê manşêtek di bin navê "Çekdarên li Qelemûn li pêşberî du hilbijêran e an vekişandin an jî şerê leşker ne" weşand. Di nivîsê de tê gotin "Duh çav li bajarê Qelemûn ê rojavayê Sûriyê bû. Bi derketina çekarên »Ceyş El-Islam« ji bajarê Dûmayê û mîna ku li Xûtaya Rojhilat a Şamê pêk hatiye, Rûsya 3 roj ferzend ji bo derketina çekdaran ji Qelemûn da, an vekişandin an jî şer leşker. Çavkaniyekî nêzî »Ceyş El-Islam« diyar ku çekdar jî di mîyna li bajarê de bi israr in."

Dagirkeriya Tirk dighêje Sûriyê

Girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ji bo xaka Sûriyê bi navê avakirina nuqteyên kontrolê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset nûçeya bi sernavê "Tirkiyê derbasî Sûriyê dibe" avêt. Rojnameyê diyar kir ku "Duh dewreyên leşkerî yên Tirk dirêjahiya 200 km derbasî Sûriyê bû. »Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê« duh diyar kir »Hêzek ji bo şopandinê ya Tirk di bin parastina Feyleq El-Şam ku bendên xwe yên kontrolê û tedbirên asê kiribû, şeva yekşem/duşem,  li herêma El-Xezanat a nêzî Xan Şeyxûn û herêmên As û El-Hibeyt a gundewarên başûrê Hemayê,  geriya. Paşê geran xwe li El-letamna û Kefer Zeyta, Seyad û Morik a gundewarên bakurê Hemayê, Sehil El-Xab a bakurê rojavayê Hemanê  dewam kir."

Li Tirkiyê civîna sê alî

Derbarê civîna sê alî ya di navbera Tirkiyê, Rusya û Îran ku dê sibe li Stenbolê were lidarxistin Rojnameya El-Ereb nivîseke bi sernavê " Rûsya, Tirkiyê û Îran ji bo piştî ‘kêmkirina şer‘ dicivîn" weşand.

Di nivîsê de wiha hate gotin, "Serokên Rûsya, Tirkiyê û Îran piştî ‘‘Siyaseta veguhstina stratîjîk" ku her sê welatan li ser Xûtaya Rojhilat û Efrînê kiribûn û her sê tê de biserkeftî bûn, d  çarşemê li Stenbolê bi civîn da ku herêmên Sûriyê li nav xwe par bikin û têkiliyên xwe di nav xwe de çêbikin."

Hilbijartinên Iraqê

Rojnameya El-Heyat, girêdayî hilbijartinên Iraqê nivîseke bi sernavê "Tirsa ji sextekirina hilbijartinan Iraqê û Sedir daxwaza birêvebirina navdewletî dike" weşand û got, "Di mijara sextekirina hilbijartinên Iraqê ku tê payîn meha gulanê were lidarxisitn, tirs zêde dibe ku hin aliyên siyasî kartên elktronîk ên bernamzetan dikirin. Hikûmet û dozgerî derbarê vê yekê de biryarname û cezayên wê derxist."

Di berdewama nivîsê de hate gotin ku Serokê "Teyar El-Sedir"Muqteda El-Sedir daxwaz kir ku xebatên hilbijartinên ji aliyê navdewletî ve werin birêveberin.

El-Sîsî bi rêjiya 97% cardin serket

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset behsa encamên hilbijartinên serokkomariya Misirê nivîsek di bin sernavê "El-Sîs cara duyemîn bi 97% bi serket" nivîsî û tê de diyar kir "Piştî hilbijartinên bi aram, Desteya Niştimanî ya Hilbijartinên Misirê ragihand ku Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî careke din ji bo serokatiyê komara Misirê ji bo 4 salan ser ket. El-Sîsî 21.8 milyon deng ango ji sedî 97.09 deng wergirt."

Yemen li benda destekdayîna navdewletî ye

Rojnameyên Erebî bal kişand li ser rewşa Yemenî, ji nivîsan, Rojnameya El-Şeriq El-Ewst nivîsek bisernavê "Hêzek navdewletî ji bo destekdayîna Yemenê li Cinêvê di civîne" weşand. Li gorî nivîsê, Li ser banga Neteweyên Yekbûyî ji bo çareserkirina aloziya mirovî Ya Yemenê, îro li kongreyek tê lidarxisitn. Sekirtêrê giştî Neteweyên Antonio Guterich, Nûnerê navnetewî yê nû ji bo Yemenê Martin Griffith û Koordînatorê Karêbarên Mirovî yê Yemenê Liz Grandî amade bibin. "

Israîl gefê li Filstînê dixwe

Ji nivîsên behsa Filistîn û Israîlê, Rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê " Artêşa Israîl carek din gefa gulebarandina Meşa vegerê dixwe" avêt. Di nivîsê de wiha tê gotin, " Rexmî rexneyên ku li ser Israîl hatin kirin. Artêşa Israîl ragihand ku, ew siyaseta xwe ya êrîşa li ser Xezayê naguhere. Fermandarên Lîwa El-Cenûbî û berpirsê artêşa li Xezayê duh got"Em ê êrîşên xwe yên li dijî meşvana li Xezayê berdewam bikin, wekî çawa me îna dawî kir."

(bb)