Di demeke nêz de wê nexweşxaneya Tebqayê bikeve xizmeta gel

Nexweşxaneya El-Wetenî ya bajarê Tebqayê ku ji aliyê Komîteya Tendirûstiyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê tê sererastkirin êdî di demeke nêz de, wê nexweşxane têkeve xizmeta gelê Tebqayê.

Di demeke nêz de wê nexweşxaneya Tebqayê bikeve xizmeta gel
Di demeke nêz de wê nexweşxaneya Tebqayê bikeve xizmeta gel
Di demeke nêz de wê nexweşxaneya Tebqayê bikeve xizmeta gel
Di demeke nêz de wê nexweşxaneya Tebqayê bikeve xizmeta gel
3 nîsan, 2018   08:24

TEBQA – Komîteya Tendirûstiyê ev bû demeke dest bi sererastkirina nexweşxaneya El-Wetenî kirin û li hêviya alîkariya navneteweyî ne ku alavên pêwîst ên ji bo nexweşxaneyê rêbikin.

Di vê demê de xebatên sererastkirina ceyran, av û kenalîzasiyon û her wiha sîstema ewlehiyê û agirkujiyê û oksîjînê bi dawî bûn.

Her wiha kar û xebatên boyaxkirina derî û penceriyan bidawî bû.

Li gorî berpirsyarê ku karê sererastkirinê dişopînê Fewaz Ehmed Xelef diyar kir ku wê di demeke nêz de sererastkirina tevahiya nexweşxaneyê bidawî bibe.

(bx)

ANHA