Berpirsê Kenîseya Marîs Hemîm: Divê Ocalan azad bibe

Berpirsê Kenîseya Marîsa Hekîm Mîxaîl Yeqûb diyar kir ku Fikrê Ocalan ne fikirekî tenge û got ku fikrekî anternasyonal û bê cûdahî ji hemû pêkhatayan hez dike, cûdahiyê naxwe navbera Kurd, Ereb û suryaniyan de. Yeqûb da zanîn ku divê Ocalan azad bibe.

Berpirsê Kenîseya Marîs Hemîm: Divê Ocalan azad bibe
3 nîsan, 2018   05:38

OLVA HECÎ MENSÛR

HESEKÊ – Berpirsê Kenîseya Marîs Hekîm Mîxaîl Yeqûb a li bajarê Dirbêsiyê derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji ajansa me re axivî û got ku fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan tu cûdahiyê naxwe navbera Kurd, Ereb û xiristaniyan û ev tişt anî ziman: " Fikrê Ocalan fireh e û hemû aliyan bê cûdahî digre."

Yeqûb derbarê ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan jî ev tişt anî ziman: "Min di riya xwendina pirûtkên Ocalan fikrê wê nas kiriye. Di riya wan pirtûkan ez gihiştim gelek encaman ew jî ku Ocalan kesayetek bi rumet e. Banga azadiya ji desthiladara dike. Daxwaza azadiya kesayeta mirovahiyê bi giştî dike. Fikrê wî di hin aliyan de nêzî fikrê Mesîh e, di aliyê azadiya jinê de û nêzîkatiya wê ev diyar e."

'Ocalan ji hemû netewan hez dike'

Berpirsê Kenîseya Marîs Hekîm Mîxaîl Yeqûb di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku fikrê Ocalan ne fikrekî teng e û wiha pêde çû: "Fikrê Ocalan anternasyonal e, ji hemû pêkhatyean hez dike û tu cûdahiyê naxwe navbera Kurd, Ereb û xirestyaniyan. Ev sîfet di insanên bi rumet û qehreman de incex peyda bibe. Nabe sîfeta Rêber li kesayetek yek alî were kirin. Ji sîfetên rêberan divê ji hemû insanan hez bike. Ev jî di felsefeya Ocalan û nirxandinên wî de diyar dibe."

Mîxaîl Yeqûb, destnîşan kir ku Ocalan tevî girtiye lê di wijdanê hemû insanan de heye û divê serbest were berdan.

(dc)

ANHA