‘Ên hewl didin di bin ala Tirkiyê de rêveberiya Efrînê bikin, ne Sûrî ne’

Serokê Hevbendiya Kurd a Sûriyê Mistefa Meşayîx hemû kesên bi dagirkeriya Tirk re dibe alîkar bi dijwarî rexne kir û got: "Wan aliyan isbat kirin e ku ew çetene bi pereyan kar dikin, ne xwediyên pirojeya Sûriya Pêşkerojê ne."

‘Ên hewl didin di bin ala Tirkiyê de rêveberiya Efrînê bikin, ne Sûrî ne’
3 nîsan, 2018   05:37

RÊNAS REMO

QAMIŞLO - Serokê Hevbendî ya Kurd a Sûriyê Mistefa Meşayîx hemû kesên cihê xwe di nava Meclîsa ku navê "Meclîsa Rêveberiya Efrînê" lê hatiye kirin û ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye avakirin wekî çete bi nav kir û wiha got: "Tu sîfeta netewî li ser wan kesan nîne, çi kurd bin û çi ereb bin."

Mustefa Meşayîx derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got ku çi yekê bi dagirkeriya Tirkiyê re alîkar be temsîla netewa Sûriyê neka û ev tişt anî ziman: " Ev meclîsa ku li dewleta Tirk hatiye avkirin û li ser gelê herêmê hatiye ferizkirin, bê guman wê têk biçin. Ew tu sîfetên netewî û rewa nîşan nadin, ew alîkariya dagirkeran dike û ala dewletek dagirker rakirine."

Meşayîx di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: "Çi kesên ku cihê xwe di meclîsa rêveberiya Efrînê de cih digre, ne welatparêze û tu sîfeta welatparêziyê li ser wîn ne, çi kurd bin çi ereb bin."

Serokê Hevbendî ya Kurd a Sûriyê Mistefa Meşayîx ji NY û Konseya Ewlekariyê xwest ku derbarê rewşa Efrînê destwerdanê bikin û dagirkeriya Tirk ji Efrînê û tevahiya Bakurê Sûriyê derbixin û wiha got: "Rêveberiyeke di bin banê NY ku ji xelkên Efrînê pêk tên ava bikin. Ew rêveberiya bajarê xwe bikin."

Mistefa Meşayîx di dawiya axaftina xwe de jî hemû aliyên ku alîkariya dewleta Tirk dikin rexne kirin û ev tişt anî ziman: "Ên di wêrankirina Efrînê de alîkariya dagirkeriya Tirkiyê dikin, tu sîfeta şoregeriyê li wan nayê kirin. Wan isbat kirin e ku ew çetene û jib o pereyan kar dikin. Ne xwediyê tu pirojeyên ji bo Sûriya pêşerojê ne."

(dc)

ANHA