‘Êrîşên li ser çapemeniyê beşek ji hovîtiya Tirkiyê ye’

Rojnamavanên Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê diyar kirin ku dewleta Tirk êrîşên li ser çapemeniyê dixwazê rastiyê bin ax bike û destnîşan kirin ku armanca dewleta Tirk a serekê dengê heqîqatê ji civakê dûr bixê ye.

‘Êrîşên li ser çapemeniyê beşek ji hovîtiya Tirkiyê ye’
3 nîsan, 2018   05:51

MÛRADA KENDA

QAMIŞLO - Li ser çapemeniya kurd a azad û muxalîf gef, zext û astengî zêde dibin. Bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) gelek sazî û dezgehên çapemeniyê ango rojname, ajans, televîzyon, radyo, kovar û malper di salên 2016 û 2017'an de hatin girtin. Ev ne bes bû hikumeta AKP’ê niha jî bi tayînkirina qeyûman rojname û çapxaneyan digirin û weşangeriya çapemeniya kurd û muxalîf asteng dikin. 

Di 28’ê adarê de polîsan bi ser avahiyên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Matbaya Gun ve yên li Stenbolê girtin û qeyûm tayînî rojnameyê kirin û desteser kirin. Bi tayînkirina qeyûm re weşana rojnamê hat rawestandin û çapa li matbayê jî qedexe kirin. Gelek xebatkarên rojname û matbayê jî hatin binçavkirin.

Êdî wê li ser internetê weşan bike

Desthilatdariya AKP’ê piştî ku qeyûm avêt ser matbaya Gunê ya li Stenbolê, yekane rojnameya ku rojane bi kurdî weşan dike Welat nayê çap kirin. Her çi qas xebatkarên rojnameya Welat ji bo ku çapxaneyek nû peyda bikin ketin nava hewldanan jî ji ber tundiya desthilatdariyê tu çapxane weşandina Welat qebûl nekir. Ji ber vê yekê xebatkarên rojnameya Welat biryardan ku êdî li ser internetê weşanê bikin. 

Li hemberî van êrîş û hovîtiyên li ser çapemeniya Kurd rojnamavanên Bakurê Sûriyê û Rojava yê Kurdistanê helwestên xwe diyar kirin û gotin “Dewleta Tirk êrîşên li ser çapemeniyê Kurd dixwaze gel bike bin kontrola xwe û wan lal û kêr bike.”

‘Dengê heqîqatê nikarê ji civakê dûr dixê’

Edîtora Rojnameya Ronahî Evîn Yûsif diyar kir ku Erdogan ji bo hilbijartinên 2019’an de bi ser bikevê zextên xwe li ser çapemeniya azad zêde dike û wiha berdewam kir,ʺDewleta Tirk a dagirker bi êrîşên li ser çapemeniyê dixwazê rastiyê bin ax bike. Armanca dewleta Tirk a sereke ew e ku dengê heqîqetê ji civakê dûr bixin. Rojanamevanan komkujî û hovîtiya dewleta Tirk a dagirker li ser bajare Efrînê bi raya giştî rê parve kirin. Hovîtiya Tirkî ku li ser sivîla pêk anî tehşîr kirin. Her wiha Erdogan heqîqet û rastiyê bi girtina rojnamevan û saziya hewl dide ku veşêrê. Li hemberî van êrîşan rojnamevanan serê xwe ne tewandine û na tewînin. Armanca me ew e ku rastiyê bi raya giştî re parve bikin. Wê bi van êrîşan nekarin îradeya me bişkînin.”

Evîn berdewamiya axaftina xwe de got,ʺRojnameyekê  bigrê em ê bi dehan rojnameyan vekin. Wê tu carî nikarin dengê me qut bikin.”

Her mirovek rojnamavan e

Evîn anî ziman ku her mirovekî Kurd rola rojnamevantiyê dilîze û got,ʺÇi bûyer dibe gelê me  wekî rojnamevan bi civakê re parve dike. Ev jî diyar dike ku ev êrîşên li ser çapemeniyê hemû vala derdikevin.”

Edîtora Rojnameya Ronahî Evîn Yûsif  di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heya dawî we rastiyê bi raya giştî rê parve bikin.

‘Êrîşên li ser çapemeniyê beşek ji hovîtiya Tirkî yê’

Rêveberiya Rojnameya Ronahî Abdirahman Mihemed jî êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar kir û wiha pêde çû,ʺEv ne cara yekeme ku dewleta Tirk êrîşî çapemeniya azad dike. Êrîşên li ser çapemeniyê beşek ji hovîtiya Tirkiye ye. Erdogan bûye mîna gûrekî har.”

‘Tirkiye dîsa hovîtiya xwe nîşan da’

Abdirahman anî ziman ku Erdogan bi van êrîşan dixwazê gel ji rastiyê dûr bixê û wan bike mîna robot û wiha pêde çû, “Di aliyê zagonî de tu mafê Tirkiyê tune ye ku li ser çapemeniya azad zextê bike. Erdogan her dem dibejê ku em dewleteke demokrat in. lê bi girtina rojanamevan û saziyên ragihandinê dîsa nîşan da ku dewleteke herî hov û dagirker e.”

ANHA