Xwepêşandanên li Başûr di roja 9`an de didome

Xwepêşandanên li Başûrê Kurdistanê di roja 9.de jî berdewam dikin. Gel di xwepêşandanan de ji Hikumeta Herêma Kurdistanê dipirsin û dibêjin: “Ka mafê hejaran?”.

Xwepêşandanên li Başûr di roja 9`an de didome
Xwepêşandanên li Başûr di roja 9`an de didome
2 nîsan, 2018   11:04

NAVENDA NÛÇEYAN - Meaşê karmend, mamoste û tendûristkarên Herêma Kurdistanê yan nayê dayîn yanjî tên paşxistin. Li hember vê bê dadiya ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve tê kirin ev 9 rojin karmend, mamoste û tendûristkar bê navber li qadanin.

Îro jî li bajarê Helebce, Silêmanî û bajarokê Kifrî yê ser bi îdareya Germiyanê kedkar daketin qadan. Xwepêşandanên ku piraniya wan ji mamoste, karmend û kesên di dezgehên hikûmî de kar dikin pêk dihat, dîsa daxwaz ji Hikumetê kirin ku sîstema paşxistina muçeyan were hilweşandin û meaş di demê xwede were dayîn.

Di çalakiyan de pankartên, ‘ka mafê hejaran’, ‘Emê bi pênûsên xwe xeletiyên we rast bikin’ hatin hildan.