Alîkarî ji şêniyên Efrînê hatin belavkirin

Komîteya Şaredariyê ya Kantona Şehbayê alîkariyên ku şêniyên herêma Cizîrê ji sivîlên Efrînê yên li kampa Berxwedan re şandibûn, belav kir.

Alîkarî ji şêniyên Efrînê hatin belavkirin
Alîkarî ji şêniyên Efrînê hatin belavkirin
Alîkarî ji şêniyên Efrînê hatin belavkirin
Alîkarî ji şêniyên Efrînê hatin belavkirin
2 nîsan, 2018   11:08

EFRÎN – Şêniyên herêma Cizîrê alîkarî ji bo sivîlên Efrînê yên ku ji ber kiryarên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar mane werên xwe berdin û xwe li herêmên Şehbayê girtibûn, kom kiribûn.

Alîkariyên ku hatibûn komkirin, derbasî kantona Şehbayê hatin kirin. Komîteya Şaredariya Gel a Kantona Şehabyê alîkarî li Efrîniyên ku li kampa Berxwedana hatin bicihkirina, belav kir.

Alîkariyên ku hatin belavkirin, cil û alavên metbexê bûn.

Endamê Komîteya Şaredariya Gel Mustefa Mûrad got, "Wekî Komîteya Şaredariyê, heta ji destê me tê em alîkariya şêniyên Efrînê dikin, wekî din av û elketrîkê jî ji wan re peyda dikin."

(bb)

ANHA