Rêya di navbera Hewlêr û Mexmurê de vebû

Rêya sereke ya di navbera bajarê Hewlêr û nevçeya Mexmurê de piştî 6 mehan careke din ji hatin û çûyînê re vebû.

Rêya di navbera Hewlêr û Mexmurê de vebû
2 nîsan, 2018   10:56

 NAVENDA NÛÇEYAN - Îro danê sibê bi amadebûna fermandarên pêşmergeyan û leşkerên Iraqê rêya di navbera Hewlêr û navçeya Mexmûrê hate vekirin.

Li ser vekirina rê Qeymeqamê Mexmûrê Rizgar Mihemed ji RojNews re axivî û got: “Rêya Hewlêr û Mexmûr bi fermî hat vekirin. Êdi welatî dikarin hatin û çûyînê divê rêyê re bikin.”

Mihemed diyar kir ku wan li gel hêzên Iraqê lihevkirine wê pêşmerge li cihê xwe yê berê bin û wê li jêr wan jî hêzên Iraqê bi cih bibin.

Hêjayê  bibîrxistinêye piştî buyerên 16’ê Cotmehê ku di sala 2017’an Kerkûk û hinek bajarên Germiyanê û navçeya Mexmûrê ji aliyê hêzên Iraqê ve hate dagirkirin û hêzên pêşmerge jî bêyku berxwedanek bidin nîşan van herêman terk kiribûn, rêya navbera Hewlêr û navçeya Mexmûrê ku dikeve ser Mûsilê di 17’ê Cotmeha 2017’an de hatibû girtin.