Senatorê Emerîkî hişyara vegera DAIŞ`ê da

Senatorê Emerîkî Lindsey Graham derbarê vekşandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê, serokê DYA`yê hişyar kir û got bi vekşandina hêzên Emerîkî wê çeteyên DAIŞ`ê careke din li herêmê vegerin.

Senatorê Emerîkî hişyara vegera DAIŞ`ê da
2 nîsan, 2018   09:15

NAVENDA NÛÇEYAN -  Senator û Endamê Hêzên Çekadar di  Meclîsa Rûsipiyan de Lindsey Graham  ji televizyona Gox News re axivî û da zanîn ku vekşandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê biryareke herî şaş ku serokê DYA`ê yê bi tenê xwe girtiye.

Lindsey Graham got, ʺMe çeteyên DAIŞ`ê  gihand ber têkçûnê, ger win dixwazin DAIŞ`ê dûrî  têkçûnê bixin, leşkerên xwe yên Emerîkî vekşînin.ʺ

Graham tekez kir ku heta niha zêdetirî 3 hezar DAIŞ`î li Sûriye hene, ger ew di demeke nêz de hêzên xwe vekşînin, wê DAIŞ`ê vegere û şer di navbera Tirkiyê û Kurdan de derkeve.

Serokê DYA`yê di civînekê de raghand dibû ku ew ê di dmeke nêz de hêzên xwe ji Sûriyê vekşînin.

(kc)