Jina Sûdanî tîma fûtbolê birêve dibe

Jina Sudanî li hemberî ferasetên zîhniyeta mêrê desthilatdar têkoşiya û niha jî tîmeke fûtbolê birêve dibe.

Jina Sûdanî tîma fûtbolê birêve dibe
2 nîsan, 2018   09:21

NAVENDA NÛÇEYAN - Selma El-Macidî ku ji Sudanê ye ji temenê xwe yê 13 salî ve bi fûtbolê re mijûl dibe. Ew bi tîma Nadî El-Hîlal a fûtbolê re fêrî fûtbolê dibe, birayê wê ku cihê xwe di tîma Nadî El-Hîlal de digre pê re dibe alîkar û ew jî perwerdeya fûtbolê dibîne.

Selma El-Macidî piştî ku fêrî fûtbolê dibe êdî ew bi xwe tîmên fûtbolê perwerde dike. Niha jî Nadî El-Nesir perwerde dike.

Her wiha ji aliyê Yekîtiya Herêmî, Yekîtiya Sûdanî û Yekîtiya Ifrîqî ve hate xelatkirin.

Li gorî BBC Selma El-Macidî 2015`an ji nava 100 jinê di cîhanê de ya herî bi bandore û li Sûdanê jî bi nav û deng e.

(np)