Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?

Rojnameyên Erebî di weşanên xwe yên îro de, bal kişandin li ser rewşa Sûriyê, Filistîn, hilbijartinên parlamentoya Iraq û Lubnanê, her wiha rewşa Yemenê.

Rojeva rojnameyên Erebî çi ye?
2 nîsan, 2018   08:54

NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameyên Erebî bal kişand ku Erdogan êrîş li ser Minbicê paş dikişe, piştî lihevkirina di navbera Rûsya û Ceyş El-Islam de, Xûta bi temanî ket bin kontrola rêjîma Sûriya, El-Herîrî hewl dide bi riya welatên kendavê propogendayên hilbijrtinan bike. Di rojnameyan de her wiha hate destnîşankirin ku "Meşa Vegerê" doza Filistînê ji nû ve vejand.

Hêzên Amerîka li Minbicê û Erdogan ji êrîşan paş de dikişîne

Rojnameyên Erebî bal kişandin li ser gefxwarinên Tirkiyê li ser Minbicê û diyar kirin ku Amerîka hêza xwe li Minbicê xûrt dike. Di vê derbarê de Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke bi sernavê "Washington 300 leşkerên xwe dişîne Sûriyê" weşand. Her wiha rojnameya El-Heyat jî sernavê "Minibc ber bi şerê Amerîk – Tirkî ve ye" avêt, di nivîsê de wiha hate gotin, " Tişte bi xeter e, ew e ku Minbic bibe qada şerek leşkerî di navbera Amerîka- Tirkiyê de, Hêzên Amerîkî tedbîr girtin, her wiha hêza xwe ya leşkerî li bajarê asê kiriye da ku her êrîşeke muhtemel li ser bajar ji aliyê Tirkiyê ve bi bersivîne."

Rojnameya El-Ereb jî, nivîseke bi sernavê "Erdogan ji mijara êrîşa li ser bajarê Minbicê vedigere" weşand.

Di nivîsê de hate gotin "Pisporên Karûbarên Tirkiyê balê dikşînin ku Enqera hewl dide helwesteke nû derbixîne û hefsengiyekê di navbera têkiliyên xwe bi Washington, Mosko û Tehran re  di çarçoveya Astanayê de çêbike. Pispor dibînin tereduda derbarê Sûriyê de, armanca xwe ew e ku xîtabekî netewperestî, xwe dispêre tirkpersetiyê ji bo amadekariyên hilbijartinên sala bê derxîne pêş, her wiha dibînin ku Erdogan dê şerekî devkî û rastî li derdora bajar, gund, herêmên li ser sînorê bi Sûriyê û Iraqê veke da ku bala raya giştî ya Tirk bikşîne li ser Sûriyê û nehêle ku xwepêşandan di hundirê Tirkiyê de çêbibe."

Dûma di bin kontrola rêjîmê de ye û Ceyş El-Isalm ber bi Cerablusê ve

Derbarê Xûtayê de, Rojnameya El-Heyat, sernavê "Piştî lihevkirina li ser ku çekdarên »Ceyş El-Islam« derkevin, êdî Dûma di bin kontrola rêjîmê de ye" avêt.  Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî nivîseke bi sernavê "Xûtaya Şam di bin kontrola rêjîmê de ye" weşand. Di nivîsê de tê gotin, "»Ceyş El-Islam« û Rûsya piştî danûstandinên zehmet, gihiştin lihevkirinekê, ku çekdar û sivîl ji Dûma, bargeha dawî ya çekdarên opozisyonê li nêzî Şamê derkevin. Bi vê yekê tevahî Xûtaya Rojhilat di bin kontrola artêşa Sûriyê de ye."

Derbarê heman mijarê de, rojnameya El-Ereb jî manşêteke bin sernavê " Ceyş El-Islam çûyîna ber bi Cerablusê hilbijart" avêt û got, "Li gorî daneyan; çekdarên Ceyş El-Islam dê ber bi Cerablusê ya gundewarê rojhilatê Helebê ve biçin. Cerablus di bin serweriya hêzên Diri El-Furat a ku ji aliyê Tirkiyê ve tê birêveberin de ye."

DAIŞ êrîşî gundewarên Dêrazor dike

Rojnameyên Erebî her wiha bal kişandin ser êrîşên çeteyên  DAIŞ‘ê li dijî hêzên rêjîmê li gundewarên Dêrazorê, li ser vê yekê rojnameya El-Heyat nivîseke bi sernavê »DAIŞ« êrîşên xwe li ser Dêrazor dijwar dike, kuştî û birîndarên rêjîmê hene" weşand. Rojnameyê ku agahiyên xwe ji Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê girtiye dibêje "Li herêma El-Bû Kemal a gundewarên rojhilatê Dêrazor di navbera hêzên rêjîmê û DAIŞ‘ê de şer rû dide. »DAIŞ «êrîşî kamyoneke çekdan a rêjîma Sûriya û alîgirên wê kirin, û çekên tê de destewer kirin."

Rojnameyên Erebî her wiha bal kişandin ser li hilbijartinên Iraqê. Rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîsek bi sernavê "Di hilbijartinên Iraqê, texmîn hene ku dengên partiyên kurdî  li hermên pevçûn li ser hene kêm bibe", her wiha rojnameya El-Ereb jî nivîseke bi sernavê "Di nûnertiya siyasî ya Sûna ya Iraqê de guhertinên kesan" avêt.

Di nivîsê de ev tê gotin, "Hêzên siyasî yên Sûna yên Iraqê ji bo beşdarbûna xwe biparêzin, beriya hilbijartinên giştî di nava pişbirkê de ne. partiyên nû hatine avakirina xwe pêşniyar dike ku bibe nûnerê nû ji bo pêkhateyên Sûna."

El-Herîrî dewletên Kendavê wekê kaxestekê ji bo hilbijartinan bi kar tîne

Derbarê Lubanên de jî rojnameya El-Ereb nivîsek bi sernavê "Kendavê kaxesek di hilbijartinên Lubnanê de ye" weşand.

Rojnameyê ji çavkaniyên siyasî yên Lubnanê diyar kir " ‘‘Erebbûna Lubnanê‘‘ bi taybet Beyrût, dirûşmeya sereke ya lîsteya Teyar El-Musteqbel di hilbijartinên parlamnetoyê de ye. El-Herîrî, roja şemê diyar kir ku hin dewletên kendavê dê qedexeya rêwîtiyê li ser welatiyên Lubnanê rake. "

Hûsiyîn hewl dide zagonên nû derxîne

Rojnamyan behsa rewşa Yemenê û pêşveçûnên hêzên Yemenê li Sada ya bakurê Yemenê, rojnameya El-Qudis El-Erebî nivîseke bi sernavê "Hêzên hikûmeta Yemenê devereke stratîjîk li bargeha Hûsiyan girtin" û rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî "Hûsiyan 10 zagoên nû ku buhayê xwarinê bilind dike" avêtin. Di nivîsê de hat gotin, "Çavkaniyek ji parlamentoyê li Senayê diyar kir ku koma derbekar bi riya nûnerên xwe li Senayê ku li gorî xwesteka koma derbekar tevdigerin, amadekariyên derxistina 10 zagonên nû dike (Meclîsa di aliyê zagonî de ne rawa ye),  ku hewl dide mûçeyên nû li ser bazirgana rawa bike, bi vê yekê buhayên madeyên sereke bilind bibe û di encamê de êşa welatiyên Yemenê li herêmên di bin serweriya Hûsiyan de zêde bibe."

Rojnameyê her wiha got, " Hikûmeta derbekar a ne rawa, projeyên qanûnan radestî parlamentoyê bike, Serokê Parlamnetoyê Yehya El-Rayî beriya ku projeya Hûsiyîna di rûnişstandina pêş de erê bikin, radestî komîteyên taybet ên parlanemtoyê kir da ku lêkolîn bikin."

Meşa Vegerê doza Filistînê ji nû ve vejand

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameyan bal kişandin ser êrîşa hêzên Israîl li ser xwepêşandana Filistînê û bangawaziyê Filistînê ku civîneke lezgîn were lidarxistin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset nivîsek bi sernavê "Filistiniyan daxwaza lidarxistina civîneke awarte ji Yekîtiya Ereban xwest" avêt, her wiha rojnameya El-Ereb jî sernavê "Meşa Vegerê..Bersiva Filistîniyan li ser peymana serdemê ye" weşand.

Rojnameyê got, "Şîrovekarên siyasî yên Filistînê îşaret kirin ku meşa doza Filistînê ji nû ve vejand."

(bb)