Balafirên Tirk gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin

Balafirên şer ên dewleta Tirk gelek deverên Herêma Kurdistanê bi dijwarî bombebaran kirin.

Balafirên Tirk gundên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin
1 nîsan, 2018   18:06

NAVENDA NÛÇEYAN - Balefirên şer ên artêşa Tirk îşev gundên Alye Reş,  Bestê û Maradu yên bajarokê Jarawe ya ser bi Qeladizê, herêma Xaxurk, Lolan, Tewerte , Bêrte yên herêma Biradost û gundê Bukriska yê Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Her wiha balafirên şer li ser herêma Kurejaro, Metîna û Zapê jî firiyan.

Dema ku balafir li ser Qeladizê firiyan, welatî ji malên xwe derketin ji derve û tirs kete nava welatiyan.

Heya niha tu agahî li ser  ziyanên ji ber bombebarana balafirên şer ên artêşa Tirk çêbûye bi dest neketine.